Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, êrîşa polîsan a li hemberî parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û girseya gel a li Wanê, hate şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk hat û ji Partiya Herêman a Demokratîk rêxistinên bajar û navçeyan û DEM Partiyê, her wiha rêxistinên civakî yên sivîl gelek kes tevlî bûn. Bi sedan kes li ber Dibistana Navîn a Cûmhûriyetê ya li Silopiyayê li hev kom bûn û ber bi avahiya DEM Partiyê ya navçeyê ve meşiyan. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî tundiya mêr dewletê, Jin, Jiyan, Azadî" hate hildan û dirûşma "Newroz Ûysal bi tenê nîne" hate qîrîn.
Bi navê jinan endama TJA'yê Ozlem Findik daxuyanî da û anî ziman ku êrîşa li dijî Newroz Ûysal êrîşa li hemberî nasnameya TJA'yê ye û destnîşan kir li dijî êrîşa mêr dewletê wê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî berxwedana xwe mezin bikin.
Ozlem Findik got, "Em ê destketiyên xwe, mafên xwe, jiyana xwe biparêzin. Jin a rêxistinbûyî wê bi ser bikeve, berxwedana me wê bi ser bikeve."
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.