Li Mîdyadê starta 8’ê Adarê
Li Mîdyadê jinan starta çalakiyên Roja Jinên Kedkar a Cîhanê da.
Li Mîdyadê jinan starta çalakiyên Roja Jinên Kedkar a Cîhanê da.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajarê rojnameger Cîhan Bîlgîn a hat qetilkirin Midyadê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Jinan pankarta “Raperîna me li dijî kuştina jinê ye. Meşa me ber bi Rojevê ve ye” vekirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Midyad a Mêrdînê da. Starta çalakiyan diyarî rojameger Cîhan Bîlgîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişên SÎHA’yan ên Tirkiyeyê de hatibû kuştin kirin. Jinên ku kom bûn, pankarta “Raperîna me li dijî kuştina jinê ye. Meşa me ber bi Rojevê ve ye” vekirin û bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û meşiyan. Jinan piştî meşê daxuyanî dan.
Di çalakiyê de aktivîstên TJAyê, hevşaredarên Jin ên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê yên jin û gelek nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistinên civakî amade bûn. Dîsa nûnerên Federasyonên jin ên Ereb û Suryanî amade bûn. Jinan li vir daxuyanî dan û diyar kirin ku ew li dijî tundiya mêr, zordestiya mêr, hemû cureyên tundiyê dimeşîn. Jinan destnîşan kirin ku ew bi felsefeya jiyanêya “Jin Jiyan Azadî” ber bi azadiyê ve dimeşîn. Jinan da zanîn ku ji bo 8’ê Adara 2025’an bikin aştiya civakî têkoşîna xwe xurt dikin. Jinan wiha got, “Li dijî şerê ku bi feraseat mêrê serdest pêş dikeve, dixwazin civakeke berxwedêr ava bikin. Em ê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan a ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê têkoşina xwe mezintir bikin.”
Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî axivî û wiha got: “Em bi hêz û baweriya ji Celera, Sara, Bêrîtan û hemû jinên di têkoşîna azadiye de jiyana xwe ji dest dane we silav dikin. Em di şexsê Ayşe Gokkan, Leyla Guven Oznûr Deger de hemû girtiyên azadiyê silav dikin û 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Em silavên xwe ji girtiyên azadiyê re dişinin. Ji Girê Mirazan heta îro jinên cîhanê û Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek zor û zahmetî ji aliyê mêr ve dîtine. Jinên ku bi destê meran hatine kuştin û jinên bi destê mêrdewletê hatine girtin rûmeta me ye. Ev sedema têkoşîna me ye. Ev têkoşîn îro li Rojava jiyaneke nû ava dike. Tovê têkoşîna ku bi felsefe Rêber Abdullah Ocalan hatiye çandin, îro li Rojava bûye dareke mezin.”
Jinan bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dubare kirin.
Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata jî axivî û wiha got: “Ji niha de em 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Ji bo jinên hatin girtin û hatin qetilkirin em li Mîrdayê kom bûn û me li vir dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir. Îro hemû hêzên dewletê li vir in. Hemû hatine van axaftinên me qeyd dikin. Ji ber di nava dewletê de yekîtiyek tune qeydên wan jî cuda ne. Her yek li aliyekî qeyd dike. Lê divê xema nexwîn. Em tiştekî cuda li vir nînin ziman. Rojeveke me ya cuda heye. Çareseriya demokratîk, aştî heye.”
Ayla Akat Akat, bal kişand ser niqaşên dawî yên li ser çareseriyê û wiha berdewam kir: “Îro pevajoyeke nû heye. Bahçelî di 1’ê Cotmehê û 22’yê Cotmehê de bi daxuyaniyekê rojev guhert. Lê dema ev dihat niqaşkirin, hin ferasetên cuda ji xwe derxistin holê. Hin kesên li dijî vê yekê derdikevin hene. Dema em dibêjin çareserî, ew kes înkar û tunekirinê fam dikin. Hin alî hene dixwazin kuştin bidomin. Hebûna xwe li ser kuştinê didomînin. Ji ber vê yekê em di rêyeke zor û zahmet re derbas dibin. Em dizanin ku emê bedelên mezin bidin. Mîdyad, cihê ku bawerî, çand, nasname û gelan di bin baneyekî kom dibin de ye. Dema Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje Neteweya Demokratîk, dixwaze nasname, bawerî, çand û gelên cuda bi hevre bijîn. Vê yekê ji bo siberoja Tirkiyeyê nebe nabe dibînin. Ji bo vê yekê hêja ye ku em bedelan bidin. Welatiyê hevpar ji bo me hemûyan pêwist e. Divê êdî em 10 salên din winda nekin. Mîdyat cihê bawerî, çandan û gelaen e. Em dibêjin Mîdyat Tirkiye ye. Tirkiye Mîdiyat e. Mîdyat Baxçeyê gelan û baweriyan e. Em bi baweriya li ser vê axê çareserî pêkan e li vir in. Em dibêjin bijî Neteweya Demokratîk û Jin Jiyan Azadî.”