BI DÎMEN

Milîsên KBDH’ê kargehek dan ber agir

Milîsên Nesrîn Bêrî yên KBDH’ê roja 21’ê sibatê li Bûrsayê kargehek dan ber agir.

DAXUYANIYA KBDH’Ê

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) got, “21’ê Sibatê di derdora saet 07.30’an de li Bûrsa/Yildirimê milîsên me kargeha yaxên ji bo wesayîtan a li sîteya Otosansit Sanayi dan ber agir. Di çalakiyê de kargeh tevahî bû xwelî û zirareke mezin gihiştê. Milîsên me piştî çalakiyê vekişiyan qadên bi ewle.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Ev çalakî me ji bo bîranîna fermandara hêja ya YJA Starê Nesrîn Bêrî lidar xist. Em ê bibin şevtirska sîstema faşîst a ku li kolanan êşkence li gelê me dike û îradeya wê tune dihesibîne! Em ê metropolan ji bo rejîma faşîst û hevkarên wan bikin dojeh.”