DBP wê ji bo 8’ê Adarê li 11 bajaran atolyeyan lidar bixe

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî ragihand ku ew ê ji bo 8’ê Adarê li 11 bajaran kolan bi kolan li qadan bin û atolyeyan lidar bixin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li buroya piştevaniyê ya partiyê ya li navçeya Rezan a Amedê civîna çapemeniyê lidar xist.

Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser gelek mijarên di rojevê de û qala zêdebûna êrîş û zextan jî kir.

Bêrîvan Bahçecî got, “Li cihê ku aştî tê axaftin, nabe ku jin û zarok bên kuştin û siyasetmedar bên girtin. Nabe ku yên ji bo çand û zimanê xwe berdêl didin, bên qetilkirin. Lê em rû bi rûyê van tiştan e.”

Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku tecrîd di şexsê Rêber Apo de li hemberî hemû civakê tê kirin û wiha got: “Heta azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê, em nikarin behsa pêvajoyekê bikin. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî weke jin em ê li ber xwe bidin, em ê ji bo wî berdêl bidin. Dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk hat, wê aştiyeke bi rûmet pêk were.

Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku ji bo sedsala 21’an bibe “sedsala jinê” ew ê têbikoşin û anî ziman ku jin çiqas bi rêxistinkirî bin, wê ewqasê bi ser bikevin.

Bêrîvan Bahçecî işaret bi desteserkirina şaredariyan jî kir û got, “Em ê bi şîara ‘Em li dijî qirkirina jinê serî hil didin, em azadiyê ava dikin’ li qadan bin. Weke Meclîsa Jinan a DBP'ê em ê li 11 bajaran kolan bi kolan li qadan bin. Em ê li Erzirom, Mûş, Sêrt, Şirnex, Dîlok, Meletî, Semsûr, Mereş, Çewlîg, Bedlîs û Stenbolê atolyeyên xwe lidar bixin û rêxistinbûna xwe pêk bînin. Em bang li hemû jinan dikin dengê xwe bilind bikin. Em ê di 8’ê Adarê de bibin dengê Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî.”