Meşa li Wanê: Em ê têkoşîna azadiyê ya jinê bi aştiyê biafirînin!

Li Wanê bi pêşengiya TJA'yê jin meşiyan. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû got, "Em ê jiyana azad û wekhev li vî welatî bi hev re ava bikin. Em ê bi têkoşîna xwe, aştiyê biafirînin."

MEŞA JINAN

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû li Wanê meşek hate lidarxistin. Meş bi dirûşma 'Bi têkoşîna azadiya jinê aştî tê birêxistinkirin' pêk hat. Jin li ber Van MALL'ê li hev kom bûn û pankarta bi nivîsa "Bi têkoşîna azadiya jinê re em aştiyê bi rêxistin dikin û li dijî qeyûm dimeşin" hate hildan. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglû ve hate dayin.

Neslîhan Şedal bi bîr xist ku gel bi rojan e li dijî desteserkirina şaredariyan li ber xwe dide û got, "Dixwazin bajar û îradeya me desteser bikin lê belê têkoşîna me ya li hemberî vê yekê dewam dike. Bila zanibin em ê ti carî serî netewînin û li dijî wan têbikoşin. Qeyûm dijminê jinê ye, nenaskirina îradeya jinê ye. Em ê li her derê weke jin xwe bi rêxistin bikin."

'TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYA JINÊ QEYÛMAN NAS NAKE'

Halîde Turkoglû jî got, ji wan heye ku bi tayînkirina qeyûman wê karibin îradeya jinê bişikînin û got, "Çawa ku gelê Kurd serî netewand, çawa ku jinan li qadan ew teşhîr kirin, ev têkoşîn wê hîn mezin bibe. Bi vê yekê re siyaseta qeyûm wê li ser vê xakê tine bibe. Em bi têkoşîna xwe ji 8'ê Adarê re xwe amade dikin û têkoşîna xwe ya li dijî qeyûm ji xwe re dikin esas. Têkoşîna me ya azadiya jinê qeyûman nas nake, ji ber ku îradeya gel, jinê û demokrasiya xwecihî ye."

Halîde Turkoglû got, "Em jin bêguman alîgirê aştî û çareseriyê ne. Ev diyalog û çareserî bi rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û danûstandinên di nava şert û mercên wekhev de divê bê meşandin. Çareseriya ku Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna vî welatî pêk bîne, diyar e. Em qala çareseriyeke welê dikin ku daxwazên gelên Kurd, Tirk, jinan û hemû alîgirên demokrasiyê digihêje hev. Ev welat divê demokratîk bibe. Divê Tirkiye êdî dest ji siyaseta qeyûm berde. Li vî welatî heta ku demokrasî bê betalkirin, heta ku bi înkarê hewldan bê kirin, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe jî welat demokratîk nabe."

Halîde Turkoglû destnîşan kir ku ji bo aştî pêk were divê Rêber Apo karibe diyalog û pêvajoya danûstandinan di nava şert û mercên herî guncaw de bimeşîne û got, "Têkoşîna aştiyê ya Birêz Ocalan wezîfeya me ya bingehîn e. Ev wezîfeya bingehîn di heman demê de xwebirêxistinkirin e. Em ê vê peyama aştiyê bigihînin 8'ê Adarê. Jin, kurd demokrasiyê hînî vî welatî dikin. Em ê bi hev re jiyaneke wekhev û azad li vî welatî ava bikin. Zext çiqasî giran jî be em ê serî netewînin. Em ê bi têkoşîna xwe ya azadiyê aştiyê ava bikin."

Piştî axaftinan jin bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana jinên Kurd" heta ber avahiya DBP'ê ya bajêr meşiyan.