Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Fîkriyata HDK’ê bi zextan têk naçe

Meclisa Jinan a DEM Partiyê derbarê êrîşên qirqirina siyasî yên li dijî HDK’ê daxuyanî da û got “Bi zextan fîkrîyata HDK’ê têk naçe.

MECLÎSA JINAN A DEM PARTIYÊ

Meclisa Jinan a DEM Partiyê derbarê êrîşên qirqirina diyasî yên li dijî Kongreya Demokratîk a gelan daxuyaniyeke nivîskî da. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku”Em ê têkoşîna her hevalekî xwe bidomînin” û hat gotin ku ew ê li dijî pergala kedxwar a desthilatan, HDK qada têkoşîna hevpar a hemû bindestan e.

FÎKRÎYATA HDK’ê BI BINÇAVKIRINAN TÊK NAÇE
Daxuyaniya Meclisa Jinan a DEM Partiyê wiha ye: "HDK li dijî şîdeta dewleta mêrperest qada têkoşîna jinan e. HDK dengê jin û kedkaran e ku li dijî kedxwariyê li ber xwe didin. Hûn ê nrkarin têkoşîna jinên ku bênavber têkoşîn didin û li dijî şerî aşîtiyrke birûmet diparêzin, têk bibin. Her êrîşa li dijî HDK’ê li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan hatiye kirin.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊKOŞÎN

Bila baş bê zanîn ku  ev ne cara yekem e ki hevalên me rastî binçavkirin, dadgeh û girtîgehan tên.  Ew her tim li dijî zayendperestî, nijadperestî, daraza alîgir û faşîzmê sekinîn û dê dîss bisekinin. Em şahid û rêhevalên têkoşîna hevalên xwe ne. Li dijî vê derhiqûqiyê em bi hevalên xwe re ne! Em ê têkoşîna hemû hevalên xwe bidomînin û li ser vê erdnigariyê li dijî şer, faşîzm, zext û kedxwariyê em ê bi têkoşîna jinên azad aşîtiyeke birûmet ava bikin.”