Platforma Jinan a Wanê: Êrîş nikarin me bitirsînin!

Platforma Jinan a Wanê li dijî darbeya qeyûm daxuyanî da û got, “Jin li kolanan, jin li qadan li ber xwe didin! Qeyûm wê derkevin, em ê bimînin. Em ê parastina vîna gel û azadiya jinê bidomînin.”

PLATFORMA JINAN A WANÊ

Platforma Jinan a Wanê têkildarî qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin û gelek kes bi tundiya polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin, li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin.

Di daxuyaniya Platforma Jinan a Wanê de ev tişt hatin gotin: “Polîtîkayên qeyûm ne tenê îradeya gel hedef digirin, di heman demê de têkoşîna jinê ya di siyasetê de, li kolanan û li hemû qadên jiyanê jî hedef digirin. Ji ber vê yekê li Wanê jinên ku ji bo parastina îradeya gel li ber xwe didin û li dijî desteserkirina qeyûman dadikevin qadan, bi awayekî sîstematîk dibin hedef. Hewl tê dayîn ku van jinan bitirsînin.”

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Li dijî tundiya polîsan a ku jinan dike hedef û tehdît dike, demildest bikevin nava liv û tevgerê. Bêceza hiştina van êrîşên li dijî jinan hevkarî ye. Ne êrîşên we û ne jî tundiya polîsên wê nikarin me bitirsînin! Jin li kolanan, jin li qadan li ber xwe didin! Qeyûm wê derkevin, em ê bimînin. Em ê parastina vîna gel û azadiya jinê bidomînin.”