Jinên Botanê: Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye, meşa me ber bi azadiyê ve ye

Jinên Botanê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi dirûşmeya “Em bi têkoşîna azadiya jinê re, aştiyê birêxistin dikin” çalakiyek lidar xist.

Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Şirnexê da. Di çalakiya ku li ber avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemewariyê (KESK) ya Şaxê Şirnexê bi dirûşma "Em bi têkoşîna azadiya jinê re aştiyê bi rêxistin dikin" pêk hat de, nûnerên gelek saziyan û jin amade bûn.

Çalakiya ku jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî bûn, bi tîlîlî, dirûşme û gerandina govendê destpê kir. Di çalakiyê de ku pankarta "Raperîna Me Li Dijî Qirkirina Jinê ye Meşa Me Ber Bi Azadiyê ve Ye” hate vekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Nûrcan Alturk got, "Yên ditirsin nikarin dîrokê binivîsînin. Hêza me heye û em bi xwe bawer in. Hemû cîhan bi heyranî li têkoşîna Kurdan dinêre. Hêvî ji serkeftinê bi nirxtir e. Bawerîya me ya serketinê heye. Koletî ne para me ye. Em vê çarenûsê qebûl nakin."

Aktîvîsta TJA'yê Adalet Çîmen Fîdan, diyar kir ku azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya jinê û got ku di 8'ê Adarê de jin dê bi paradigmaya jina azad li her qadê bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' têkoşînê mezin bikin. Adalet Çîmen Fîdan, da xuyakirin ku jinên ciwan bi polîtîkayên şerê taybet re ber bi fûhûşê ve tên kaşkirin û destnîşan kir ku ew ê li hemberî vê yekê li ber xwe bidin. Adalet Çîmen Fîdan, diyar kir ku jin ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din û ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan wê pêşengiyê bikin.

Li aliyê din Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, jinên ku li Tişrînê têdikoşin silav kir û got ku ji bo çareseriyê divê îradeya Kurdan bê nasîn û gotina Abdullah Ocalan, "Heta jin azad nebe civak jî azad nabe” bibîr xist.

Çalakî bi gerandina govendê bidawî bû.