Li Serhedê 8'ê Adarê: Jin, Jiyan, Azadî

Çalakiyên 8'ê Adarê yên li bajarên herêma Serhedê bêne lidarxistin, li bajarê Qersê destpê kirin.

ÇALAKIYÊN 8'Ê ADARÊ

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku dê li bajarên Herêma Serhedê li dar bixe, li Qersê da. Start, li avahiya DEM Partiyê hate dayin û gelek jin tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi têkoşîna jinê aştiyê rêxistin dikin” hate hilgirtin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Meclisên Jinan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên bajarên Qers, Agirî û Îdirê jî tev li daxuyaniyê bûn.

Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de ji ewil bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û weke xespkirina îradeya gel nirxand. Halîde Turkoglû, da zanîn ku ji ber tayînkirina qeyûm têketin û derketina bajar hatine qedexekirin lewma gelek jinan nekarîne tev li çalakiyê bibin. Halîde Turkoglû, wiha domand: “Bi qeyûman, nasnameyên gelan û jinan û vîna wan tune dihesibînin. Her wiha êrişeke li dijî îradeya jinan, pergala hevserokatiyê ye. Mîna derbeyan, qeyûman di sersibehê de dikin û polîs tên şaredariyan xesp dikin. Li vir neheqî û bêhiqûqî heye. Bi destê darazê rêbazên nû diceribînin. Siyaseta qeyûm, feraseta rejîmekê ye. Em polîtîkaya qeyûm şermezar dikin. Vîna jinan û gel tê dizîn. Tu jin siyaseta qeyûm qebûl nakin.”

Bi domdarî Halîde Turkoglû anî ziman ku jin dê aştiyê birêxistin bikin û wiha pê de çû: “Em li rexekî têkoşîna jinan û li rexa din jî aştiyê birêxistin dikin. Li hêla din jî pirsgirêkên esasî di rojeva me de ne. Pirsgirêkên jinan û xespkirina mafên wan, pirsgirêka siyaseta navendî ya herêmî ye. Her neheqî îdeolojiya îktîdarê nîşanî me dide. Em dibêjin ku pêdiviya vî gelî bi demokrasiyê heye. Heta ku ev pêdivî neyê cîbicîkirin jî pirsgirêk çareser nabin. Demokrasî nîne lewma nelirêtî, bertîl û xespkirina mafan roj bi roj zêde dibin. Vê rewşê eleqeya xwe bi polîtîkayên îktîdarê heye. Ber bi 8’ê Adarê ve em ê kolan bi kolan, tax bi tax van polîtîkayên îktîdarê teşhîr bikin. Em ê vebêjin bê ka siyaseta demokratîk çima ji bo gelan girîng e.”

Halîde Turkoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Jin dixwazin azad û wekhev bijîn. Ji bo demokratîkbûna vî welatî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Heke îktîdar bixwaze vê pirsgirêkê bi vî aqilî çareser bike, mixabin mîna îktîdarên din dê nekare bi ser keve. Li ku derê saziyeke demokratîk hebe êrişî wir dike. Li Rojhilata Navîn ku her der bi rejîma şer tên birêvebirin, hedefa me aştiyek birûmet e. Em ê gotina aştiyê birêxistin bikin û belav bikin. Dê jin aştiya birûmet pêk bînin û ev têkoşîn dê bi pêşengtiya jinan mezintir bibe. Em vê aştiyê çiqasî civakî bikin dê ewqas bi ser kevin. Weke jinan em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Em ê dev ji israra xwe ya ‘Jin, jiyan, azadî’ bernedin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jyan, azadî” bi dawî bû.