JIN
Hemû Nûçe
-
Konferansa li ser qirkirina jinên Êzidî li Bexdayê dest pê kir
Bi rasthatina salvegera 8’an a Fermana 73’an a li ser Şengalê li Bexda Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) dest pê kir. -
TJK-F’ê ji bo çalakiyên protestokirina Qirkirina Êzidiyan bang kir
Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan bi pêşengiya TJK-F’ê wê li Fransayê qetlîam were şermezarkirin û ji bo cangoriyan çalakiyên bîranînê were lidarxistin. -
Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Divê bêdengiya li ber sûcên dewleta Tirk bê şikandin
Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşa doh ya li Eyn Îsayê şermezar kir û got; “Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengên têkoşîna li dijî terorê ne, ji lew re dibin armanca mezin a dewleta Tirk a dagirker.” -
Parêzerê leşkerê tecawizkar giliyê Mola kir
Mehmet Erkan ê ku parêzerê çawîşê pispor Musa Orhanê ku li Êlihê tecawizî jinekê kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, giliyê lîstikvan Ezgî Mola kir. -
Di girtîgeheke li DYE’yê de tecawizî 28 jinan hate kirin
Hat diyarkirin ku li girtîgeheke li başûrê eyaleta Îndîana ya DYE’yê herî kêm tecawizî 28 jinan hatiye kirin; ligel êrîşkaran, hem li dijî şerîfê herêmê û gardiyaneke berê serlêdana sûc hate kirin. -
Fîras: Jin di nav xwe de fikra azadiyê dihewîne
Çekjîn Fîras diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze îradeya jina têkoşer bişkîne û got, “Heta ku yek ji hêza jinan mabe em ê têbikoşin û heta azadiyê li ber xwe bidin.” -
Li Amedê mirina bi guman a jinekê
Li Taxa Baglarbaşi ya Pîranê, jina bi navê Songul G., li mala xwe mirî hat dîtin. -
Li Ekwadorê li ser jineolojiyê bi xelkên herêmê re hevdîtin hat kirin
Di çarçoveya rêzesemînerên Akademiya Jineolojiyê li Ekwadorê li dar dixin de, bi gelên herêmê re hevdîtina jineolojiyê hat pêkanîn. -
Erzîncan: Em ê êrîşan bi avakirin û parastina cewherî têk bibin
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan got, “Êrîşên qirêj û xayîn ên dewleta Tirk bi rêxistinên jinan, xebatên avakirinê û berxwedana parastina cewherî wê vala derbikevin. Berxwedana jinê temînata azadiya mayînde ye.” -
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 jin hatin darvekirin
Hêzên Îranê li parêzgehên Ûrmiye û Sine, bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ 2 jin darvekirin. -
Li Gimgimê jinek hat qetil kirin
Li navçeya Gimgimê jina bi navê Sema Kisa ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve bi êşkenceyê hat qetilkirin, li navçeya Keşanê ya Edîrneyê jî jinek ji aliyê hevjînê xwe ku dikir dev ji hev berdin bi çekê hat birîndarkirin. -
Mêran 3 jin birîndar kirin
Li Xarpêt, Îzmîr û Bûrsayê 3 jin ji aliyê mêran ve hatin birîndarkirin. -
Jinan li Silêmaniyê dagirkerî û qetlîam protesto kirin
Kampanyaya Yekîtiya Jinan a li Dijî Şîdet û Dagirkeriyê, dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk şermezar kir. -
Li girtîgeha jinan a li bajarê Meşhedê jinekê jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku li girtîgeha jinan a li bajarê Meşhedê jinekê ji ber ku mafê wê yê xizmetguzariya tendirûstiyê hatiye binpêkirin jiyana xwe ji dest daye. -
Ji Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo şehîdên YPJ'ê peyam
Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan ên di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, peyama sersaxiyê weşand. -
Koordînasyona Jinan hedefgirtina 3’ê fermandarê jin şermezar kir
Koodînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hedefgirtina her sê fermandarên YPJ'ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî û hikûmeta Şamê kir ku bi erka xwe rabin. -
Foruma Şoreşa Jinan bi parvekirina encamnameyê bi dawî bû
Foruma yekemîn a Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn bi biryarên girîng têkildarî xurtkirina têkoşîna jinan di nava Şoreşa 19'ê Tîrmehê de û pêşxistina hevgirtina jinan bi dawî bû. -
Jin bi hev re bi hêz in: Em kujer ji Roboskiyê nas dikin
Jin bi Hev re bi Hêz in bertek nîşanî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê dan û gotin, "Em qatilê Roboskî nas dikin" û gotin, "Heta ku berpirsyar neyên darizandin, ev komkujî wê bi dawî nebin.” -
Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de dest pê kir
Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dest pê kir. -
Roja yekem a Forûma Şoreşa Jin bi dawî bû
Roja yekem a forûma ku tê de sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinê hatî ragihandin bi dawî bû. -
Beşdarên Foruma Şoreşa Jin: Jin bi berxwedaniyê xwe bi cîhanê dan nasîn
Beşdarên tevlê Foruma Şoreşa Jinê ya li bajarê Qamişloyê destpêkirî bibûn diyar kirin ku jin bi saya bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate naskirin û di cîhanê de her kes dixwaze vê hişmendiyê nas bike. -
‘Pêwîstî bi stratejiyên rêvebirina şoreşê heye’
Asya Abdullah diyar kir ku ji bo rêvebirina şoreşê pêwîstî bi stratejiyên hê xurtir heye û got: “Divê hemû jin her yek mîna şervanekê taxa xwe biparêze, di qadên siyasî de hemû jinan temsîl bike û sîstemên civakî rêxistin bike.” -
Berfîneke rûheyv xwe gihand Viyan Soran
Gerîlayên azadiyê bi jin û xortên xwe li hember dagirkeriya dewleta Tirk şerê serfiraziyê dimeşînin. Yek ji wan gerîlayên jin ku di vî şerî de nasnameya jina azad parast û cihê xwe di nava dîroka azadiyê de girt şehîd Berfîn Rêbaz e. -
Foza Yûsif: Divê ruhê jinên şoreşger were mezinkirin
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û şer û diyar kir divê ruhê jinên şoreşger were mezinkirin. -
‘Em ê şoreşê bibin ji hemû Sûriye û jinên li herêmê re'
Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed got “Em ê şoreşê bibin her dera Sûriyeyê û bigihînin jinan.”