Parêzerê leşkerê tecawizkar giliyê Mola kir
Mehmet Erkan ê ku parêzerê çawîşê pispor Musa Orhanê ku li Êlihê tecawizî jinekê kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, giliyê lîstikvan Ezgî Mola kir.
Mehmet Erkan ê ku parêzerê çawîşê pispor Musa Orhanê ku li Êlihê tecawizî jinekê kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, giliyê lîstikvan Ezgî Mola kir.
Parêzerê çawîşê pispor Musa Orhan ê 25 salî ku li navçeya Bişêrî ya Êlihê tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû û bûbû sedem ku Îpek Er xwe bikuje. Orhan dîsa Ezgî Mola kir hedef.
Ezgî Mola ku beriya niha bi îdiaya heqareta li ser medyaya civakî kiriye cezayê pere lê hatibû birîn, vê carê bi sûcê "îhlalkirina eşkerekirina agahiyên ku divê nepenî bimînin" hat sûcdarkirin.
Parêzerê tecawizkar Mehmet Erkan Akkuş li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê giliyê Ezgî Mola kir.
Akkuş îdia kir ku Ezgî Mola di doza ewil de agahiyên nepenî eşkere kiriye û heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest.
Doza ewil a ku hat vekirin li 31’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Enqereyê hat dîtin û ji bo Mola 65 roj 5 hezar û 200 lîre cezayê pere hat birîn û biryara "daxuyankirina biryarê taloqkirin" hat dayîn.
Di doza ku piştî îtîraza Mola ji nû ve hat kirin, dadgehê bi biryara ku di 24’ê Gulana 2022’an de hat eşkerekirin ku ji ber sûcê “heqaretê” kiriye di berdêla cezayê edlî yê 87 rojan de 6 hezar û 960 lîre cezayê pere li lîstikvan Ezgî Mola birî.