TJK-F’ê ji bo çalakiyên protestokirina Qirkirina Êzidiyan bang kir
Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan bi pêşengiya TJK-F’ê wê li Fransayê qetlîam were şermezarkirin û ji bo cangoriyan çalakiyên bîranînê were lidarxistin.
Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan bi pêşengiya TJK-F’ê wê li Fransayê qetlîam were şermezarkirin û ji bo cangoriyan çalakiyên bîranînê were lidarxistin.
Qirkirina Êzidiyan a ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê kiribûn wê di salvegera wê ya 8’emîn de li Qada Repûblîqûe ya Parîsê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) were protestokrin.
TJK-F’yê ji bo şermezarkirina Qetlîama Şengalê û ji bo bîraniya cangoriyên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlêbûna çalakiyan kir.
TJK-F’yê got “Em bang li hemû raya giştî ya navneteweyî dikin ku bila li hemberî êrîşên li ser Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê helwesta xwe diyar bikin.
Di salvegera 8’emîn a êrîşê de em dibînin ku îro dewleta Tirk heman êrîşkariyê dike. Di 3’ê Tebaxê de em ê şehîdên Şengalê bi bîr tînin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker jin di serî de em bang li hemû kesan dikin.”
TJK-F’yê diyar kir di 3’ê Tebaxê de wê li gelek bajarên Fransayê Qirkirina Şengalê were şermezarkirin û diyar kir wê di saet di 18.00’an de li Qada Repûblîqeyê çalakî were kirin.