Li Amedê mirina bi guman a jinekê
Li Taxa Baglarbaşi ya Pîranê, jina bi navê Songul G., li mala xwe mirî hat dîtin.
Li Taxa Baglarbaşi ya Pîranê, jina bi navê Songul G., li mala xwe mirî hat dîtin.
Li Taxa Baglarbaşi ya navçeya Pîranê ya Amedê, jina bi navê Songul G. ya ducanî ya bi 8 mehan, ji aliyê cîranên xwe ve li mala xwe mirî hat dîtin.
Ji ber ku deng ji Songul G. nehatiye, cîran çûne mala wê û dîtine ku jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Songul G. piştî otopsiya Saziya Tiba Edlî ya Amedê (ATK), hat veşartin.
Hat zanîn ku li ser mirina bi şik û guman a Songul G. dest bi lêpirsînê hatiye kirin.