Fîras: Jin di nav xwe de fikra azadiyê dihewîne

Çekjîn Fîras diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze îradeya jina têkoşer bişkîne û got, “Heta ku yek ji hêza jinan mabe em ê têbikoşin û heta azadiyê li ber xwe bidin.”

Dewleta Tirk her dixwaze îradeya jin û îradeya gelên herêmê bişkîne,rojane balafirên bêmirov êrîşî jinan dike. Di 22’ê Tîrmehê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo wesayîta ku sê jinên têkoşer Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan tê de bûn bombe kir. Her sê jinên fermandar şehîd bûn. Her wiha artêşa Tirk a dagirker her roj êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde kiriye.

Endama Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Çekjîn Fîras derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: “Dewleta Tirk her tim dixwaze herêmê bike hedef. Her wiha li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî operasyon daye destpêkirin, li çiya têk diçe, ji ber vê yekê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”

‘DEWLETA TIRK JI FIKRA NETEWA DEMOKRATÎK DITIRSE’

Çekjîn Fîras diyar kir ku dewleta Tirk di sîstema xwe de tenê yek al yek ziman û yek dewletê di nav xwe de dihewîne lê, fikra Netewa Demokratîk li dijî wê yekê ye, ku di nav xwe de her pêkhateyê dihewîne. Ji ber ku dewleta Tirk ji fikra biratiya gelan ditirse.

‘JIN FIKRA AZAD DI NAV XWE DE DIHEWÎNE’

Endama Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Çekjîn Fîras anî ziman ku dewleta Tirk bi taybet jinê dike hedef ji ber ku jin fikra azad di nav xwe de dihewîne û wiha pêde çû: “Jin xwe di her warî de pêş xistiye û xwe di fikr û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan de kûr kiriye. Ji bo vê jî jinên ku pêşengiyê dikin her tim hatiye hedefgirtin. Her wiha gelek çalakiyên fedayî ji aliyê hêza jin ve hatin kirin, ji bo vê her tim ji hêza jin ditirse.”

‘HETA KU YEK JI HÊZA JIN MABE EM Ê TÊBIKOŞIN’

Çekjînê diyar kir ku ew wek hêzên YPJ’ê amadekariyên xwe di her aliyê de kirine û wiha domand: “Çi rol û misyon bê ser milên me em wek hêzên jin YPJ’ê amade ne û em ê her tim bersiva dijmin bidin. Heta ku yek ji hêza jin mabe em ê têbikoşin û em ê nehêlin axên me yên bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, were dagirkirin.”

Endama Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Çekjîn Fîras di dawiyê de bang li tevahî jinan kir û got ku bila her kes bizanibe hêza jin ne hêzeke biçûk e û wiha got: “Divê tevahî jin derkevin qadan û helwestên xwe bidin diyarkirin ku bila hemû kes bizane hêza wan ne hêzeke biçûk e û îradeya jinan her tim xurt e.”