Mêran 3 jin birîndar kirin

Li Xarpêt, Îzmîr û Bûrsayê 3 jin ji aliyê mêran ve hatin birîndarkirin.

Şideta Mêran a li hemberî jinan berdewam dike. Li Xarpêtê kesê bi navê Sînan Bûlût, xwest ku jina bi navê Dîlan Talî bikuje.  Li Îzmîrê rêwiyek ê mêr, êrîş bir bi ser ajokara otobêsê ya jin. Li Bûrsayê jî jinek bi çekê hat birîndarkirin.

XARPÊT

Berî 2 rojan li Taxa Yenî Mahaleyê ya Xarpêtê, Sînan Bûlût bi amûreke jêker êrîşê Dîlan Talî (25) kir û ew birîndar kir. Bi agahdarkirina xelkê li der û dorê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê.

Talî rakirin nexweşxaneyê. Bûlût ê ku hat destgîrkirin û hate girtin.

ÎZMÎR

Li navçeya Konak a Îzmîrê jina ajokar a otobêsa şaredariyê, ji aliyê rêwiyekî ve rû bi rûyê êrîşa bi devkî û fizîkî bû.

Jina ajokar B.A, ajokara otobêsa hêjmara 253 ya rêwiyan a xeta 2 ya Metroya Konak-Halkpinarê ya girêdayê Midûriyeta Giştî ESHOT’ê bû. Li nêzê Îstgeha Alsancakê, rêwiyê bi navê G.Y. heqaret li B.A.’yê kir. B.A., otobusa rêwiyan li rasteya rê rawestand û ji Xeta Piştevaniya Ajokaran a ESHOT’ê arîkarî xwest. Rêwiyê bi navê G.Y. deriyê parastina ajokar şû B.A şikand û ew derb kir. Rêwiyê êrîşkar G.Y bi sûcê “birîndarkirina ji qestî û dayîna zerarê ya malê civakê’’ hate destgîrkirin. Piştî bûyerê G.Y rapora derbê girt û giliyê li êrîşkar kir.

BÛRSA

Li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê Songul E. (34), rastî êrîşa bi çek hat. Êrîşkarê ku li kolanê Songul E. birîndar kir, ji cihê bûyerê reviya û piştre xwe radest kir. Hate zanîn ku Songul E birine nexweşxaneyê û rewşa wê baş e.