Jinan li Silêmaniyê dagirkerî û qetlîam protesto kirin

Kampanyaya Yekîtiya Jinan a li Dijî Şîdet û Dagirkeriyê, dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk şermezar kir.

Li Silêmaniyê bi amadebûna komek endamên Kampanyaya Yekîtiya Jinan a li Dijî Şîdet û Dagirkeriyê, di derbarê komkujî û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Kejal Ebdulqadir ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin; “Dewleta Tirk dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike, ji bo vê jî dixwaze destpêkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike, ji ber ku her du parçe heya astek xwerêveberiya Kurdan lê heye. Bi taybet Rojavayê Kurdistanê ku niha xwedî xwerêveberiyê ye û hemû pêkhateyên herêmê di nava rêveberiyê xwe de cihê xwe digirin.

Tirkiye li Herêma Kurdistanê bi navê bazirganî û dibistanan, xwedî baregehên leşkerî û sîxurî ye û dixwaze bi vê rêyê bigihîje armanca xwe. Tirkiye li ser xelkê sivîl komkujiyan pêk tîne, komkujiya herî dawî jî ya Zaxoyê bû ku têde geştiyar bûn hedef û bûn qurbanî.

Tirkiye ji têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê ditirse, ji bo vê jî jinên têkoşer dike hedef, hedefgirtina herî dawî ya her 3 jinên li Rojavayê Kurdistanê, îsbata vê yekê ye. Em bang li Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, li hemberî komkujiyên dewleta Tirk xwedî helwestek cidî bin. Di heman demê de pêwîst e hemû pêkhateyên Başûrê Kurdistanê jî xwedî helwest bin û li dijî komkujî û dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Divê jin ku yekem qurbanê sereke yên êrîşan in, bêdeng nemînin. Ji ber li ku derê jin bên hedefgirtin, di heman demê de hemû jin tên hedefgirtin. Pêwîst e jinên Kurd, Ereb û pêkhateyên din yên Iraq û herêmê, bi hev re li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.”