Li Ekwadorê li ser jineolojiyê bi xelkên herêmê re hevdîtin hat kirin
Di çarçoveya rêzesemînerên Akademiya Jineolojiyê li Ekwadorê li dar dixin de, bi gelên herêmê re hevdîtina jineolojiyê hat pêkanîn.
Di çarçoveya rêzesemînerên Akademiya Jineolojiyê li Ekwadorê li dar dixin de, bi gelên herêmê re hevdîtina jineolojiyê hat pêkanîn.
Di çarçoveya rêzesemîneran de 26’ê Tîrmehê li Cuellajeyê, 27’ê Tîrmehê jî li Cotacachiyê hevdîtin bi gelên xwecih û campesinola (cotyar)yan re hat kirin. Di semînera destpêkê ya li Cuellajeyê hat lidarxistin de, hevdîtin, bi cotyarên zibilê xwezayî hildiberînin û debara xwe pê dikin re hat kirin.
Campesinolayên di serhildanên gel ên li Ekwatorê bi çalakî cih digirin, destpêkê behsa têkoşîna ji bo parastina axa xwe kir. Li vê herêma bi navê Întag a bi xwezaya xwe ya bi bêhempa ya bi xêr û bêr tê naskirin, bi sedan sal in xelkên xwecih dijîn. Lê salên dawîn hin şirketên Kanada û Şîliyê ji ber kanên binerdê zirarê didin xwezaya vê herêmê. Xelkên li herêmê jî li dijî talankirina xwezayê têdikoşin.
Piştî semînerê, banga derxistina PKK’ê ji ‘’lîsteya rêxistinên terorîst’ hat kirin û di civîna meclîsa komunalîteyê ya bi navê Napoles a li herêma Întagê dijî de, li ser navê tevgera jinên Kurd pêşkêşiyek a kurt hat kirin.
Bi civakên herêma Întagê yên têkoşîna bi pêşengiya jinan li Kurdistanê tê kirin wek tecrûbeyek a giring dibînin re di vê çarçoveyê de niqaş hatin kirin.
Endama Akademiya Jineolojiyê Zîlan Diyar, bal kişand bi ser wê yekê de ku divê her têkoşîn bi pêşengiya jinan bi pêş de biçe, nexwe pergal tim fersenda xwe nûkirinê dibîne.
Li Cotacachiyê, bi tevlêbûyîna xelkên xwecih û kolektîvên cuda jî semînerek hat danîn. Di semînera bi rîtuelek a bi zimanê Quechua dest pê kir de, li ser tecrûbeyên tevgera jinên Kurd û jinelojiyê bi kurtî agahdarî hat kirin.
Semînera li navenda civakî ya bi navê Tambo Jatarishun a girêdayê Şaredariya Cotacachiyê hat kirin, bi bersivandina pirsên beşdaran dewam kir.