Li Gimgimê jinek hat qetil kirin

Li navçeya Gimgimê jina bi navê Sema Kisa ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve bi êşkenceyê hat qetilkirin, li navçeya Keşanê ya Edîrneyê jî jinek ji aliyê hevjînê xwe ku dikir dev ji hev berdin bi çekê hat birîndarkirin.

Li gorî nûçeya JinNewsê li gundê Sarkan ê Gimgima Muşê di 22'yê Tîrmehê de, Sema Kisa (24) ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin Mugdat Kisa ve bi êşkenceyê hat qetilkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin gûmanbar Mugdat Kisa ku li Zozanan şivantî dikir berî bi 2 rojan Sema û du zarokên xwe ku li Stenbolê bûn bangî wan kir, Sema ligel xwe biriye zozanan û qetil kiriye.

Sema ya ku hat qetilkirin jî cenazeyê wê ji aliyê şaredariyê ve hatiye definkirin.

EDÎRNE

Li Edîrneyê jî mêrê bi navê A.D xwest hevjîna xwe qetil bike. Mêrê bi navê A.D yê li Keşanê dijî di 26’ê Tîrmehê de bi çekê çû ber deriyê mala hevjîna xwe ku ji hev cuda dijîn. Jin di dema ku wê ketiba hundirê malê de rastî êrîşa bi çek hat û êrîşkar ji cihê bûyerê reviya.

Komên tenduristiyê jina birîndar rakirin nexweşxaneyê.