Li girtîgeha jinan a li bajarê Meşhedê jinekê jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku li girtîgeha jinan a li bajarê Meşhedê jinekê ji ber ku mafê wê yê xizmetguzariya tendirûstiyê hatiye binpêkirin jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku li girtîgeha jinan a li bajarê Meşhedê jinekê ji ber ku mafê wê yê xizmetguzariya tendirûstiyê hatiye binpêkirin jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên di torên mafên mirovan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine belavkirin de, 2 roj beriya niha li girtîgeha jinan ya li bajarê Meşhedê ya Îranê, jina bi navê Eizem Pakdil ji ber ku mafê wê yê xizmetguzariya tendirûstiyê ji aliyê berpirsên girtîgehê hatiye binpêkirin jiyana xwe ji dest daye.
Girtiya jin ya jiyana xwe ji dest dayî 2 sal beriya niha penceşêra mîde pê re çêbûye û ji ber wê pir êş kişandiye. Tevî ku raporê doktoran ya ji bo lezgîniya ku divê biçe nexweşxaneyê û bê dermankirin hebûye jî, lê ji wê mafê xwe yê bingehîn bêpar hatiye hiştin.
Hate zanîn ku rojek beriya ku girtiya jin Eizem Pakdil jiyana xwe ji dest bide, rewşa wê krîtîk dibe û wê radikin nexweşxaneya girtîgehê, lê belê bi fermana berpirsên nexweşxaneya girtîgehê bêyî ku li bendê bin ku doktor lê binêre wê dîsa vedigerînin qawîşê.
Roja piştî wê ku girtiya jin a nexweş Pakdil ji ber êşa nexweşiya xwe ji ser hişê xwe çûbû careke din wê radikin nexweşxaneyê, lê beriya bigihîje nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest dide.