JIN
Hemû Nûçe
-
Roza ya ku ji destê DAÎŞ'ê hatî xilaskirin: Wê em bibirana Tirkiyê
Jina ciwan a bi navê Roza Emîn Bereket ku ji destê DAÎŞ'ê hatî xilaskirin got, ''Biryar li ser dabûn ku me bibin Tirkiyê. Lê di rê de hêzên QSD'ê em xilas kirin.'' -
ATK'ê rapoara xwe derbarê Aysel Tûglûk de aşkera kir!
ATK'ê rapora xwe ya nû ya derbarê Aysel Tûglûk de aşkera kir û careke din got "Dikare di girtîgehê de bimîne." -
Cerdevanê tecawizkar hate berdan
Cerdevanê bi navê Faîk Dûral ê ku li Payîzavaya Wanê tecawizî keçeke 16 salî kiribû û du meh berê hatibû girtin hate berdan. -
Jinên Kurd ên li Moskovayê komplo protesto kirin
Jinên Kurd ên li Moskovayê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û gotin “Em ê li dora gerîla bibin xeleq.” -
YJA Star: Em hînî jiyana bêyî Rêber Apo nebûn, em ê ti carî hîn nebin!
YJA Star: Li hemberî komploya navneteweyî ku dixwaze me hînî jiyana bêyî Rêbertî bike, em ê li ser şopa fermandarên xwe yên azadiyê bimeşin û bibin pêşengên xwegihandina Rêbertî. Em hînî jiyana bêyî Rêber Apo nebûn, em ê ti carî hîn nebin. -
Li Kocaeliyê 2 jin hatin qetilkirin
Li navçeya Gebzeyê di encama êrişa çekdarî ya li ser wesayîtekê ya ji aliyê hin kes yan kesên ku nasnameya wan ne diyar pêk hat de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî bi giranî birîndar bû. -
Meclisên jinan bi dansê çalakiya protestoyî lidarxistin
Meclîsên jinan tevî hemû astengiyên polîsan li Kadikoyê bi performansa dansê ya bi kevçî û tebaxan çêkirinî krîza ekonomîk û fatûreyên giran şermezar kirin. -
Jinên Ereb ên Şengalî: Heta Rêber Apo azad nebe em ê li ser piyan bin
Jinên Ereb ên li Şengalê ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan, komploya navneteweyî şermezar kirin û diyar kirin ku heta azadiya Ocalan wê li ser piyan bin. -
Çîroka Xerîbê…
Xerîb a ku ji ber dijminatiya dewleta Tirk a li ser Kurdî bavê wî nikaribû navê Xerîb lê bike, tevî hevrêyên xwe yên di salên 1990’î de têdikoşe, dibe parçeyekî çîrokê. -
YJK-E: Em komploya 15’ê Sibatê ji bîr nakin, efû nakin
YJK-E’yê bi daxuyaniyekê di serî de jin bang li hemû derdorên demokratîk kir ku tevlê meşên ku wê sibe li Elmanyayê bên lidarxistin bibin. -
Hêzên Îranê çalakvana mafê jinan birin lêpirsînê; gef lê xwarin
Hêzên îttîlaata Îranê li bajarê Sine ji bo lêpirsînê çalakvana mafê jinan birin pirsgehê û gef lê xwarin. -
Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê
Jina bi navê Gulden Ç. ya dest ji hevjînê xwe berda û çûbû malbata xwe bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeya Bîrsen Kars bi merasîmekê hat veşartin
Hevalên Bîrsen Kars tevî hemû destgîrkirinan, êriş û astengiyan cenazeya Kars veşartin. Hevalên wê Bîrsenê peyama, “Em ê nirxên ku ji bo wan jiyana xwe ji dest da zindî bihêlin û em ê dilsozê têkoşîna wê bin” dan. -
Li gorî Bîanetê di meha Çileyê de mêran 23 jin kuştine
Li gorî lêkolîna Bîanetê di meha Çileyê de herî kêm 23 jin û 3 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. -
KJK'ê bang kir: Ji 15'ê Sibatê heta Nîsanê em bênavber çalakiyan bikin
Koordînasyona KJK'ê bang li gelê Kurd û dostan kir ku ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê, Newrozê û 4'ê Nîsanê bi biryardariya çalakiyan a bênavber têkoşînê li qadan mezin bikin. -
Ji bo Bîrsen Kars merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
Berxwedêra girtîgehê yê 19’ê Kanûnê Bîrsen Kars ku 6’ê Sibatê li bajarê Elmanya Stûttgartê jiyana xwe ji dest da bi merasîma ku ji aliyê Mala Çandê ya Gel a Stûttgartê ber bi Stenbolê ve hat oxirkirin. -
SKB: Em Bîrsen Qersê tu carî ji bîr nakin
SKB Ewropa derbarê Bîrsen Qers a ku li Elmanyayê ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand û got, "Em ê bi îdealên wê yên jiyana bê çîn û mêtingeriyê re girêdayî bimînin, em ê ti carî wê ji bîr nekin." -
Jinên Êzidî û Ereb li Şengalê komplo şermezar kirin
Di çarçoveya şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê jinên Şengalê meşek girseyî lidarxistin. Jinan gotin ku ewê heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin. -
Yalçindag: Divê muwekîla min Tûglûk were berdan
Reyhan Yalçindag a ku parêzera Aysel Tûglûk e got “Ji bo tespîtkirina rewşa muwekîla min sê roj jî dibe ku bes in. Divê Tûglûk were berdan.” -
Li Elmanyayê li ser 20 hezar keçan xetereya sunnetkirinê heye
Li Elmanyayê li gorî texmînan sunnetkirina jinan bandor li 75 hezar kesan kiriye û tê diyarkirin 20 hezar keç û jin jî di bin rîskê de ne. -
JINNEWS: Meha Çileyê 32 jin hatin qetilkirin
Li gorî ajansa nûçeyan a jinê JINNEWS, meha Çileyê herî kêm 32 jin hatin qetilkirin, 31 jin jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. -
Di şexsê Tugluk de êrîş li ser jinên Kurd e
Ji ber helwesta desthilata Tirk a ku di hiqûqa dijmin de jî cihê vê nîne, hê jî siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk rehîn e. -
Careke din Tûglûk birin Girtîgeha Kandirayê
Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku sewqî ATK'ê hatibû kirin cardin birin Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê. -
Ji bo Tugluk daxwazname şandin ji 6 saziyan re
Jinan ji bo girtiya bi nexweşiya giran Aysel Tugluk a rehîn were berdan daxwazname ji 6 saziyan re şandin. -
Li ser dosyaya rojnamevan Nûrcan Yalçin biryara nixumandinê hate standin
Li ser dosyaya rojnamevan Nûrcan Yalçin a ku hatiye destgîrkirin birryara nixumandinê hate standin.