Cenazeyê şehîd Sekîne Îsmayil li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Sekîne Îsmayil bi merasîmekê li Şehbayê hat veşartin.
Cenazeyê şehîd Sekîne Îsmayil bi merasîmekê li Şehbayê hat veşartin.
Gelek kes ku di nava wan de zarok jî hebûn di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 23ˋyê Cotmehê li dijî bajarê Til Rifetê pêk anîn de şehîd bûn. Cenazeyê Sekîne Îsmayil a ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû li Şehîdgeha Şehîd Zozan Amanos a bajarokê Fafînê ya kantona Şehbayê hat veşartin.
‘EM Ê BI RUHÊ ŞEHÎDAN LI BER XWE BIDIN’
Di merasîmê de endama rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Efrîn û Şehba Ayşe Hemelîko axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn.
Ayşe Hemelîko wiha axivî: "Em ê têkoşînê bidomînin û bi rihê şehîdan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin."
Li aliyekî din jî endamê Saziya Olî ya kantona Efrîn û Şehba Reşad Hebeş axivî û got: "Bi rihê şehîdan, fikir û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin. Ji ber ku em xwediyê maf û dozê ne."
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hatin xwendi nû radestî malbatê hat kirin.