Hêzên Îranê çalakvana mafê jinan birin lêpirsînê; gef lê xwarin
Hêzên îttîlaata Îranê li bajarê Sine ji bo lêpirsînê çalakvana mafê jinan birin pirsgehê û gef lê xwarin.
Hêzên îttîlaata Îranê li bajarê Sine ji bo lêpirsînê çalakvana mafê jinan birin pirsgehê û gef lê xwarin.
Hat hînbûn ku duh li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îttîlaata Îranê (îstîxbarat) çalakvana mafê jinan Hacer Seîdî ji bo lêpirsînê vexwendin navenda îttîlaatê ya bajarê Sine û piştî lêpirsînê ji bo ku tevlî ti karekî der barê mafên jinan nebe gef lê xwarine.
Her wiha hat zanîn ku divê Seîdî her 4 mehan carekê biçe navenda îttîlaatê û bibêje ku li wir e.
Çalakvana jin Hacer Seîdî Hezîran 2021'ê ji aliyê hêzên Îranê hatibû destgîrkirin û di dadgehê de cezayê 5 sal girtîgehê lê hatibû birîn ku ji bo 4 salan hat taloqkirin.