YJK-E: Em komploya 15’ê Sibatê ji bîr nakin, efû nakin
YJK-E’yê bi daxuyaniyekê di serî de jin bang li hemû derdorên demokratîk kir ku tevlê meşên ku wê sibe li Elmanyayê bên lidarxistin bibin.
YJK-E’yê bi daxuyaniyekê di serî de jin bang li hemû derdorên demokratîk kir ku tevlê meşên ku wê sibe li Elmanyayê bên lidarxistin bibin.
Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) bi wesîleya salvegera komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya YJK-E wiha ye:
“Li ser komploya navneteweyî 23 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan ku gelê Kurd ew weke rêberekî siyasî pejirandiye, ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve di şert û mercên ku hiqûq û peymanên navneteweyî hatiye binpêkirin de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê weke dîl tê girtin.
Komploya navneteweyî her sal di 15’ê Sibatê de li bajar û eyaletên Elmanyayê bi çalakî û merasîman tê şermezarkirin û tevî tecrîd û polîtîkayên îzolasyonê bi girseyekî ku mînakê wê li cîhanê nehatiye dîtin xwedî li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin.
Êdî hemû cîhan dizane ku Abdullah Ocalan ê 23 sal in di bin tecrîdê de dijî, di çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd de navê herî girîng e. Çawa ku têkoşîna pêkanîna neteweya demokratîk û sîstema konfederalîzmê di mînaka Şoreşa Rojava de şênber bûye, tirsê dixe nava dijmin.
Ligel deşîfrekirina polîtîkayên çewisandin û tepisandina vîna gelê Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hîn zêdetir tê pêşxistin û hewl tê dayîn ku vîna gelê Kurd teslîm bê girtin. Di hundir de ji bo me jinan, tevî hemû polîtîkayên dijminane jî, bi manîfestoya Îdeolojiya Azadiya Jinê û perspektîfên ku di gelek qadan de afirandiye, riya me ronî dike bê ka li erdnîgariyên ku em lê dijîn, emê çawa têbikoşin.
Li hemberî vê yekê em xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne ku hem ji bo pûçkirina komployê hem jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd îsal bi yek dil û yek dengî em bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin û xweparastina xwe pêş bixin.
Weke her sal, îsal jî di serî de jinên me, hemû gelê me û derdorên wan ên demokratîk, bi tevlîbûna meşên "Ji Ocalan re Azadî" ku di 12'ê Sibata 2022'an de li Elmanyayê tên lidarxistin, ji bo ku bikaribin ji tecrîdê re bibîn bersiv û hem jî ji bo jiyaneke tijî aştî û azadiyê em bang li hemûyan dikin ku em têkoşîna xwe bilind bikin.”