Cenazeya Bîrsen Kars a ku di Komkujiya 19'ê Kanûnê de hat şewitandin û li Elmanyayê ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, hat veşatrin.
Merasîma cenaze ya ku li Taxa Gaziyê hat lidarxistin rastî êrîşên cuda û astengiyên polîsan hat. Cenazeya Kars tevî hemû astengiyan li Goristana Gaziyê ji aliyê parêzer û hevalên wê ve hat definkirin.
Cenazeyê Bîrsen Kars a ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Elmanya Stûttgarta ku bi salan berê çûbû sirgûnê, di 9'ê Sibata 2022'an de anîn Tirkiyeyê.
Tevî ku ji bo Karsê ya li Elmanyayê destûra veşartin û sewqa wê hat dayîn jî, cenazeyê wê radestî parêzerên li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ku cenaze anîn wir, nehat dayîn û ji bo otopsiyê revandin Saziya Tiba Edlî. Parêzerên ku li dijî vê pêkanînên keyfî çûn pêşiya ATK'ê destûr nehat dayîn ku biçin hundir. Hevalên wê yên ku nerazîbûn nîşanî dorpêça polîsan da ku ji ber wê cenazeyê Karsê di bin dorpêçê de anîn Cemeviya Gazî, rastî lêdanê hatin û hatin destgîrkirin.
Merasîma cenazeyê ku diviyabû îro danê nîvro bihata lidarxistin, ji ber vê bêhiqûqiyê hat taloqkirin. Parêzer û rêhevalên Bîrsen Kars biryar dan ku heta girtî neyên berdan û dorpêça polîsan a li pêşiya Cemeviyê neyên rakirin, wê merasîma cenaze neyê lidarxistin. Piştî demek dirêj kesên hatin destgîrkirin serbest hatin berdan û merasîma cenazeyê li Cemeviya Gazî hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû, hunermend Pinar Aydinlar, Mûzaffer Gezer û gelek welatî tevlî merasîma ku malbatên ji TAYAD'ê di rêza herî pêş de cih girtin, bûn.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û cenazeyê Karsê bi alên sor pêça birin hewşa cemewî.
Piştre derbarê jiyan û têkoşîna Bîrsen Kars û pirsîna hesaba komkujiya 19’ê Kanûnê axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan Cenazeya Bîrsen Kars li ber lorîn û tîlîliyan hat veşartin.