Çîroka Xerîbê…
Xerîb a ku ji ber dijminatiya dewleta Tirk a li ser Kurdî bavê wî nikaribû navê Xerîb lê bike, tevî hevrêyên xwe yên di salên 1990’î de têdikoşe, dibe parçeyekî çîrokê.
Xerîb a ku ji ber dijminatiya dewleta Tirk a li ser Kurdî bavê wî nikaribû navê Xerîb lê bike, tevî hevrêyên xwe yên di salên 1990’î de têdikoşe, dibe parçeyekî çîrokê.
Dema ku li şiverêyên nenas dimeşiya ji ber veqetîna rêyên beton kêfa wê dihat. Çi li hêviya wê bû? Wê deriyê çîrokeke çawa vedikir? Gavên xwe diavêt welatekî ku di zaroktî de jê veqetiyabû û careke din neçûbû wir. Ji bo şerê welatê xwe hatibû mekanê xwe yê rastîn.
Kenekî biçûk ê rêzanê li pêşiya wan dimeşiya, gavên wan lezgîntir dikir. Gelek tişt meraq dikir. Lê gelo bipirse yan jî bilezîne, pirs dikevin mejiyê wê. Ew meş û ew sohbet dihat bîra wê. Gotina Zinarê rêzan tu carî ji hişê wê derneket.
Balkêş bû, sohbeta wan li ser berfê bû. Niha piştî ku li vê çîrokê guhdarî kir, lêpirsîna wê ya li ser hebûna tesadufan zêdetir bû. Tesaduf çi bû? Gelo hene, nizanim. Piştî ku we ev çîrok xwend û biryara wê bidin.
Ew gotin… Zinar gotibû “Heke tu di nav berfê de bimînî wê pêyê te bişewite û wê bibe kangren” û di ber re jî dikeniya. Kenê Zinar kenekî masûm bû û nizanibû wê di demên pêş de ev tişt pêk were.
PIŞTÎ ŞEHADETA APÊ WÊ MAHÎR LÊGERÎNA WÊ DEST PÊ DIKE
Xerîb li Başûrê Mûşê ya girêdayî Eyaleta Mûşê serdema zivistanê ya pêşîn derbas dikir. Li benda pêvajoya înzîwayê û biharê bû. Ji ber ku wê careke din dixwest çiyayan bibîne. Bi hesreta ku demeke dirêj e ji welatê xwe qut bûbû, wê çiya hembêz dikir. Ji aliyê din ve jî ji ber ku jê hatibû veqetandin hêrsa wê ya li hemberî dijmin jî zêde dibû.
Malbata Xerîbê ji Mûşê bû û ji ber êrişên dijmin koçî metrepolên Tirkiyeyê kiribû. Bavê wê dixwaze navê keça xwe bike Xerîb lê bi hinceta ku Kurdî ye, dijmin qebûl nake. Bavê wê ji daîreya nifûsê diavêjin. Bavê wê sond dixwe û dibêje “Ez ê rojekê li welatê xwe, navê keça xwe bikim Xerîb.”
Xerîd mezin dibe. Li metrepolan dixebite û pê debara malbata xwe dikin. Demeke dirêj di tekstîlê de dixebite. Piştî şehadeta apê wê Huseyîn Mahîr lêgerîna wê zêde dibe. Ev lêgerîn berê wê dide çiya û welatê wê. Êdî li welatê xwe û bi awayekî azad zimanê xwe diaxivî. Sonda çend sal berê ya bavê xwe pêk tîne, navê xwe dike Xerîb.
Dema ji hevalên xwe re qala çîroka xwe dike, hevalên wê xemgîn dibe û ji aliyê din ve jî ji dil û can li wê guhdarî dikirin.
Di dema sohbetê de hevalekî wan li radyoyê guhdarî dikir. Di nûçeyên radyoyê de dihat gotin li Serê Spî ya başûrê Mûşê operasyonek hatiye destpêkirin. Dema şervanên azadiyê li nav çavê dinihêrin, nîqaş dikirin gelo ev rast e yan na. Fermandarên wan ên komê diyar dikir bila tîmek ji bo keşfê derkeve biçe.
Erê biryar hatibû stendin, yekîneyek wê ber bi cihê wan ê biharê ve biçûya.
Xerîb, Sara, Egîd û fermandarê wan Zinar ji bo yekîneya pêşeng ketin rê.
LI SERÊ SPÎ
19’ê Adara 2016’an. Berf bi kubarî dibariye. Xerîb tevî koma xwe ya çar kesî li van çiyayan tiştên xwe yên pêşîn dijiya. Gavên wê yên di nav berfê de dişibiya gavên pêşîn ên zarokan ku nû dest bi meşê dikin. Ev du saet bûn dimeşiyan. Dema ku ew carinan diket hevalên wê pê dikeniyan lê fikara wan jî derdiket holê. Êdî cihê ku lê dimeşyian dijwar dibû.
Berfa Serê Spî navdar e. Di salên 90’î de pêyê bîst gerîlayan li wir şewitîbû û yê hinekan ji neçarî hatibû jêkirin.
Kom hêdî hêdî dimeşiya û berfê rê nedida ku ew bimeşin. Piştî şeş saetan êdî tarî ketibû erdê. Êdî ji ba û mijê nedikarîn pêşiya xwe bibînin. Zinar diyar dikir divê li girê li pêş xwe bixin. Bi destê hev girtin û dest bi meşê kirin. Li hemberî pûkê vê koma gerîlayan ligel hemû dijwariyan jî bi hev re dikeniyan. Ev gir û peywira pêşîn a Xerîbê wê bibûya cihê çîroka Xerîbê lê dest pê dike. Gulik.. Gihayekî şemetokî ye.
Xerîb hewl dida bigihêje hevalê xwe Egîd. Wê fêm nekir ku pê li gulikê kiriye. Dema ku pê li gulikê kir heta jêr gindirî. Bi lez ber bi gelî ve dişemitî û fêm nekiribû çi bû.
Li dengê ava di gelî de guhdarî dikir. Hêdîka çavê xwe vekir. Li pêş xwe reşahiyek dît û ew deng. Dengê Zinarê rêzan “Heval Xerîb te ez nas kirim.”
Wê got qey dilopên li ser gepa wê av e. Lê ji nêrînên Zinar fêm kir ku ne av e. Li wê sar bû. Şirqîniya diranên wê ji pûkê xerabtir bû. Piştî hevala wê Sara hewl da kincên wê biguherîne û hevalên wê jî li binê tehtekî an jî li kunekê digeriyan ku ji bo wê germ bikin. Di wê pûkê de li cihekî digeriyan.
Di wê kêliyê de Zinar got “Heval me cihek dît” Kuneke ji berfê ya ku kevirek spartibûn wê. Bi alîkariya hevalên xwe hêdî hêdî ber bi kunê ve meşyian. Xerîb xistin kunê hemû tiştên li ser xwe, li wê kirin. Li ber serê wê sîwanek vekirin da ku berf lê nexe. Lê Xerîb hê jî li wê sar bû. Birîna li ser eniya wê, hevalên wê xistibû nav fikaran. Zinar dizanibû libendêmayîn ne çare ye. Wî, Sara û Egîd biryar dan ku alîkariyê bînin wê baştir be.
Sara beriya ku dest bi rê bike, parçeyek nan û helaw danî ber serê Xerîbê û her sêyan got “Heval li vir li benda me be, em ê tevî hevalan werin vir.”
Ji bo wê ev gotin bes bû. Ji ber ku ji zaroktiya xwe ve, ev tişt baş fêm kiribû. Gerîla bi soza xwe tê naskirin. Ji çîrokên ku bavê wê qal dikir, ev tişt bihîstibû. Bi pêşengiya Zinar dest bi rê kirin û bi lez dimeşiyan. Berf û pûk û ba didomiya.
DI KUNA BERFÊ DE 6 ROJ
Xerîb di wê kunê de ya ku ne bi qasî metreyekê bû li bendê wan bû. Şev bû roj bû wê texmîn nedikir. Wekî ku dem sekinîbû. Bi tenê gotina hevalan a ku gotibûn ‘Li bendê me be’ di guhê wê de dikir zingînî.
Roja duyemîn gelekî li wê sar bû. Pêyê xwe dikişand zikê xwe û hewl dida wê germ bike. Nikaribû destê xwe rake û li birîna serê xwe binihêre. Xwîna li serê wê ziwa bûbû. Lê Xerîb bi hêviya di dilê xwe de hay ji van tiştan jî nedibû. Gelo ew hay ji îrade û hêviya xwe hebû. Îradeyeke çawa ji şervaneke hê salek wê jî tijî nebûbû çawa dibû çavkanî.
Carinan xewa wê dihat lê ji ber sermayê nedikarî razê. Belkî ji ber ku dizanî wê xew ji bo wê bibe dawiya her tiştî, xwe bernedida. Carinan diket xeyalan û diçû zaroktiya xwe. Lê piranî li hevalên xwe difikirî. Gelo gihiştine cihê xwe? Gelo heval dîtine? Gelo rewşa wan çawa bû, meraq dikir.
Bîra wê diçû û dihat, carina wekî zarokekî biçûk difikirî. Wê bi xwe jî wate nedida vî tiştî. Hay ji birîna serê xwe tunebû. Ew qasî tî bûbû, berfa li ber serê xwe xwaribû. Herî dawîn destê xwe li berfê xist û sîwana şikestî rakir. Li derve nihêrî û serê wê gêj bû.
Roja pêncemîn bû. Di roja pêncemîn de derketibû derve lê wê ev tişt nedizan3i. Wekî ku çend saet in ji hevalên xwe qut bûbû. Bi çawalêhato heta gelî meşiya. Dema av dît, xwe avêt na. Gelekî tî bûbû. Serma ne li xema wê bû û xwe diavêt avê.
Bi kincên xwe yên şil sekinî. Gelo ez rabim herim? Lê piştre gotina hevalên wê hate bîra wê “Li vir li benda me be” Heke hevalên wê werin û wê nebînin. Ber bi kuna tarî ve dîsa meşiya.
Xerîb dema di kuna tarî de li benda wan bû, hevalên wê piştî meşeke dirêj û dijwar gihiştibûn kampê. Ew jî hindik mabû, biqefiliyane. Soza ku dabûn Xerîbê ew ji qefilandinê rizgar kiribû.
BEXTEWARIYA WAN A JI BER DÎTINA XERÎBÊ
Piştî ku bi ser xwe hatin, tevî alavên hewariyê, tevr û bêrê ketin rê. Lê şeş roj derbas bûbû. Îxtîmala ku Xerîb li wir şehîd bûye, ji bîra wan dernediket. Ji ber vê rahiştibûn tevr û bêran.
Zinar ji ber ku xemgîn bû, dilgiran bû. Roja pêşîn hate bîra wî, dema ku wî Xerîb anîbû van çiyayan. Sara jî hîs dikir ku ew dijî û bi wê hîsê dimeşiya. Vê carê fermandara wan Doza bû. Doza li Amedê di sala 2017’an de wê di operasyonekê de şehîd bibûya. Hevalên wê jê re gotibû, xetere ye tu neyê lê fermandar Doza ji bo rizgarkirina hevala xwe ketibû rê.
Nêzî kunê bûbûn. Sara li kunê digeriya û Zinar jî wekî ku li benda şehadeta Xerîbê bû, pêyên wî ew paşpaşkî dibir. Çavê wî şil bûbû, serê xwe bera ber xwe dabû. Di ber xwe de digot “Şaşiya min bû”.
Di wê kêlîkê de Sara qîriya “Heval Zinar, Xerîb sax e”. Zinar di nav hestên tevlihev de, li berfa spî dinihêrî.
Fermandar Doza digot ‘Xerîb’ û hewl dida ew ji kunê derxîne.
Xerîb dema ku ev deng bihîst, xwe bi xwe digot ‘Gelo ez di xewnê de me’ Wê got ev dengê heval Doza ye û serê xwe ji kunê derxist. Dest bi girî kir, ev hêsirên bextewariyê bû.
Fermandar Doza kincên xerîbê jê kir û betaniyek li wê pêça. Pirsî ‘Niha dilê te diçe çi?” Çay hate bîra Xerîb. Xerîbê got “Çayek hebûya me vexwara.” Doza di qedehek biçûk a li ba xwe çayek çêkir û got “Ez ê li vir ji te re çayê çêkim, tu meraqan neke.” Xerîbê çaya xwe ya germ vedixwar lê tu tişt ne wekî germahiya hevalên wê bû.
DIVÊ EV ÇÎROK LI SER ZIMANAN BIGERE
Fermandar Doza diyar kir divê êdî ew bi rê bikevin û xwestin goreyên Xerîbê biguherînin. Xerîbê hewl da goreyên xwe derxîne. Li pêyê xwe nihêrî û got “Heval Doza dema ez razabûm qey we pêyê min hine kiriye?” Doza û Sara serê xwe bera ber xwe dan. Doza di zehmetî got “Ew ne hine ye, pêyê te kangren bûne” Xerîb li Zinar nihêrî û heneka şeş meh berê ya Zinar hatibû bîra wê ‘Heval tu zêde di nav berfê de bimînî, wê pêyê de bişewite û dibe ku bibe kangren.”
Wê berê nedizanî kangren çi ye. Zinar jê re qal kiribû lê wê digot qey ev henekek e. Zinar bi tenê xwestibû henekekê bike. Belkî Zinar bêyî ku hay jê hebe, tişta şeş meh şûnde wê pêk were qal kirbû. Xerîb li pişta xwe kirin û ji Serê Spî dûr ketin.
Ew ne bi tenê çîroka Xerîbê bû. Çend sal berê li heman derê, hevalên wê yên di nav heman têkoşînê de jî ev çîrok jiyabûn. Hestên Xerîbê dibû wekî ya wan. Çîrokê xwe dida jiyîn. Niha Xerîbê ev tişt bêtir fêm dikir. Di çîroka rêwiya azadiyê Xerîbê de, çîroka rêhevalên wê dihat ziman. Dema ku min li vê çîrokê guhdarî kir, min ev tişt got “Tişta maye, bi tenê çîroka wan e. Divê ev tişt li ser zimanan bigere û were qalkirin.”