Roza ya ku ji destê DAÎŞ'ê hatî xilaskirin: Wê em bibirana Tirkiyê

Jina ciwan a bi navê Roza Emîn Bereket ku ji destê DAÎŞ'ê hatî xilaskirin got, ''Biryar li ser dabûn ku me bibin Tirkiyê. Lê di rê de hêzên QSD'ê em xilas kirin.''

Jina ciwan a bi navê Roza Emîn Bereket ku beriya bi 8 salan çeteyên DAÎŞ'ê ew hêsîr kiribûn û li Rojava ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatî xilaskirin, piştî 8 salan gihaşte malbata xwe ya li Şengalê.

Merasîma ku Roza gihandin malbatê li Şengalê pêk hat. Dê, bav û xwîşk û birayên Rozahê di destê DAÎŞ'ê de ne. Apê Roza ew pêşwazî kir.

Bereket got, ''3'yê Tebaxa 2014'an ji me hemûyan roja herî reş e. Çeteyên DAÎŞ'ê dema ku êrîş anîne ser Şengalê qira gelê me anîn, hemû ji hev veqetandin. Tecawîz kirin û li bazaran ew firotin.''

Roza bi domdarî wiha got: ''Îdeolojiya çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser jinên Êzîdî pir kambax bû. Êşkenceya psîkolojîk dikirin. Biryra dabûn ku me bibin Tirkiyê. Lê di rê de hêzên QSD'ê em xilas kirin. QSD û hêzên asayîşê ji bo me em xilas kirin em malavaniyê li wan dikin. Hêzên asayîşê em anîne kampa Kobanê ya ku Êzîdî lê diman. Ji rûspiyên Êzîdiyan bi Şêx Farûq re axivîn.Piştre ez anîm Şengalê cem malbata min. Ez malavayî li wan dikim.

Dema ku min malbata xwe dîtî pir şad bûm. Lê ji ber ku min dayika xwe nedîtiye hê jî xemgîn im. Lê bawer im QSD wê diya min jî xilas bikin û ez ê pêşwazî lê bikim.''

Pîrka Roza Xensê Xelef jî malavayî li hêzên QSD'ê û Asayîşê kir. 

Xalê Roza jî got, ''Çeteyên DAÎŞ'ê tevahiya malbatê hêsî kir. 2 xwîşkên wê û birayekî wê hate xilaskirin. Niha dê maye. Bav û çend birayên wê mane. Roza ev mehek bû hatibû xilaskirin. Li Rojava li herêma Êzîdiyan dima. Kesê ku alîkariya wan çêbûye ez malayî li wan dikim