Li gorî Bîanetê di meha Çileyê de mêran 23 jin kuştine

Li gorî lêkolîna Bîanetê di meha Çileyê de herî kêm 23 jin û 3 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.

Bîanetê rapora xwe ya li ser şîddeta mêran eşkere kir. Bîanet ev rapor ji rojnameyên herêmî û neteweyî, malperên nûçeyan û ajansan kom kir.

Li gorî raporê mêran di meha Çileyê de herî kêm 23 jin û 3 zarok kuştine.

Di meha borî de mêran tecawizî 3 jinan kir, herî kêm şîddet li 57 jinan kir, êrişa zayendî li 27 zarokan kir û herî kêm bi 24 jinan fihûş da kirin.

Li gorî rapora JINNEWS’ê jî di meha Çileyê de herî kêm 32 jin ji aliyê mêran hatin kuştin û 31 jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî lêkolîna Bîanetê di sala 2021’an de 324, di sala 2020’an de 284 û di sala 2019’an de jî herî kêm 328 jin ji aliyê mêran hatine qetilkirin.

Li gorî rapora sala 2021’an a Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Rawestandin 280 jin ji aliyê mêran hatine kuştin û 217 jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê ji sedî 64’ê jinan li mala xwe hatine qetilkirin.