JIN
Hemû Nûçe
-
Li Rojhilat û Îranê tundiya li dijî jinê û cezayên darvekirinê zêde dibin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, tundiya li dijî jinê, qanûnên nixumandina ji neçarî, zext, girtinên kêfî û cezayên darvekirinê zêde dibin. -
'Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û aştî pêk were'
Jinên ku beşdarî meşa 'Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk' a li Amedê bûn, anîn ziman ku ji bo aştiyê divê dewlet tavilê gavê biavêje û gotin, "Hêviya me ew e ku Rêber Apo û girtiyên li zindanan azad bibin." -
MKG’ê: Zextên li ser rojnamevanên jin di meha Gulanê de jî dewam kir
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha Gulanê weşand. -
DAKB: Em li gel Nevîn Kamîlagaoglû ne
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk bertek nîşanî doza li dijî Seroka Wekhev a AABK’ê Nevîn Kamîlagaoglû ya bi tawanbariya "terorîzmê" hatiye vekirin, da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ev zext ne tenê li dijî kesekê ye, li dijî baweriya Elewiyan e." -
Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di meha Gulanê ya 2025'an de li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin, 9 jin jî ber bi xwekuştinê ve hatin dehfdan. -
Tenduristiya Zeynep Celaliyan nebaş dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin
Zeynep Celaliyan ku 18 sal in li girtîgehên Îranê ye, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe. Lê belê rêveberiya girtîgehê destûra tedawiya wê nade. -
Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Deriyê mejiyekî nû vedibe
Hejmara Hezîrana 2025'an a Newaya Jin bi sernavê 'Deriyê mejiyekî nû vedibe' hate weşandin. -
Kongra Star qetilkirina jinan şermezar kir
Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan şermezar kir û bang li hemû saziyên hiqûqê kir ku li dijî komkujiyên li hemberî jinan rabin. -
Tulay Hatîmogûllari: Em amade ne ku civaka demokratîk bi hev re ava bikin
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî meşa Amedê axivî û diyar kir ku lingê sereke û herî girîng ê pêvajoyê civak bi xwe ye û got, "Em amade ne ku bi hev re aştiyê civakî bikin û civaka demokratîk ava bikin." -
Meşa li Amedê: Jin wê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bên gel hev
Li Amedê bi hezaran Jin ji bo 'Çareseriya civakî' meşiyan û peyama “Em ê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bên gel hev. Em ê vê pêvajoyê bi bextê aqilê yekdestdariya serdest ê mêran bernedin' dan -
Li Amedê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi DAKAP'ê re civiya
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di civîna bi DAKAP’ê re li pêk anî de bal kişand ser girîngiya pêşengiya jinan û têkoşîna rêxistinkirî di pêvajoya aştiyê de. Di civînê de, li ser girîngiya xwedîderketina jinan û civakîbûna pêvajoyê rawestiyan. -
NADA: Qirkirina li Xeze û Sûdanê divê tavilê bê rawestandin
Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) têkildarî şerê li Xeze û Sûdanê daxuyaniyek weşand. -
Banga ji bo 'Meşa Aştiya Civakî'
Aktîvîsta TJA'yê Arzû Karaman ji bo 'Meşa Aştiya Civakî' ya 31'ê Gulanê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got, "Gelekî girîng e ku jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin." -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivî, bal kişand ser têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê û got: ‘’Dê jin çarenûsa vê pergalê diyar bikin.’’ -
Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên 'yekîtiya jinan' û 'avakirina torên rêxistinê' girtin
Konferansa 1emîn a Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê hat lidarxistin bal kişandin ser "Ronesansa Jinan" û biryara, “Avakirina yekîtî û torên rêxistinî yên parlamenterên jin ên Kurd" hat girtin. -
Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn giran bûye û pêwîste demildest bê emeliyetkirin. -
1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike
1'emîn Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Navenda Kongreyê ya Çand Amed a Amedê tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de bi aktîvîteyên cuda yên komxebatê didome. -
Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure
Barîn Kobanê ya her du çavên xwe di berxwedana Kobanê de winda kir, anî ziman ku ti astengî nikarin xwe li hember hêza mirov bigirin û got, "Mirov bi hêz û vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure." -
'Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e'
Beşdarên Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bal kişandin ser girîngiya konferansê û gotin, "Em ji bo parvekirina tecrûbeyên xwe û peydakirina çareseriyên hevpar li vê derê ne. Konferans wê ji me hemûyan re bibe hêvî." -
Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
Roja ewil a 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû. Siyasetmedaran diyar kirin ku têkoşîna jinên Kurd a piralî jem li Tirkiyeyê û hem jî li seranserê cîhanê bûye mînak û hate îfadekirin ku felsefeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ bandor li jiyana -
Li Îdirê du xwişk hatin qetilkirin
Li Îdîrê du xwişk ji aliyê biraziyên xwe ve hatin qetilkirin. -
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan a ku ji ber wesayîtek lê qeiibî xwînriya ser mêjiyê wê, 16 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zekiye Ayhan wê sibê li Sêweregê were veşartin. -
Konferansa Jinên Kurd: Yekitiya neteweyî hêmaya sereke ya pêvajoyê ye!
Gultan Kişanak di 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivî û got, "Divê em komxebatek li ser çareseriya jinan li dar bixin. Yekitiya neteweyî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye." -
‘Dawî li pêkanînên cudakarî û keyfî yên li girtîgeha Şakranê bînin’
Rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan bertek nîşanî binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dan û xwestin ku demildest dawî li pêkanînên cudakarî û keyfî yên li girtîgehan were anîn. -
Ji du fîlozofên jin piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Ji şagirtên fîlozofê Fransî Jacuqes Derrida, Cahterine Malabou û ramangera femînîst a Awûstralyayî Elizabeth Grosz piştgirî dan banga dîrokî ya Rêber Apo û biryarên PKK'ê.