Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

Barîn Kobanê ya her du çavên xwe di berxwedana Kobanê de winda kir, anî ziman ku ti astengî nikarin xwe li hember hêza mirov bigirin û got, "Mirov bi hêz û vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure."

Barîn Kobanê di berxwedana Kobanê de her du çavên xwe winda kir. Gazî Barîn a tevî her du çavên xwe winda kirine jî bi xwestekeke mezin bi her karê têkoşînê radibe. Barîn a fêrî kompîterê bûye, di aliyê nivîsê de jî xwe pir pêş xistiye.

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Barîn Kobanê têkildarî têkoşîna xwe ya jiyanê û rewşa heyî ji ajansa me re axivî.

Barîn Kobanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin û got, “Ez di serî de Rêber Apo yê bi salan e, li Îmraliyê di nav şert û mercên herî giran de ji bo azadiya hemû gelan û jinan têkoşînê pêş dixe bi rêz û hurmeteke mezin silav dikim. Em heya dawiyê ji Rêbertiya xwe bawer in. Ez timî pê serbilind im ku min fikir û ramanên Rêber Apo nas kirin û di ez niha rêya Rêbertî nîşanî me dide de dimeşim.” 

Barîn destnîşan kir ku piştî bûye gazî perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî gaziyan dema xwendiye pir bandor bûye û wiha axivî: “Dema min perspektîfên Rêber Apo yên ji bo gaziyan xwendin, ez pê hesiyam ku gazîbûn an jî birîndariya fizîkî ti carî ji bo têkoşînê nabe astengî. Eger mirov bixwaze dikare ji berê bêhtir tevkariyê li şoreşê bike. Mirov bi hêz û vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure.” 

Gazî Barîn a pir ji xwendin û nivîsandinê hez dike, hewl dide xwe di vê mijarê de zêdetir pêş bixe. 

Barîn di dewama axaftina xwe de got, “Ji bo kesên ji bedena xwe parçe dabin, kar û bar nabin astengî. Eger mirov bixwaze dikare gelek tiştan bike. Ti astengî nikarin li hember hêza mirov bisekinin. Ya dibe girîng ew e mirov di aliyê zîhnî û hestan de ne xwedî kêmasî be. Hêza mirov dikare ji her astengiyê bibihure.”

Barîn Kobanê işaret bi vîn û hêza jinê kir û got, “Jin heke bixwaze dikare kelehan fetih bike. Mijara sereke vîna mirov e. Dema ku mirov baweriya xwe bi xwe neyne û vîna xwe raber neke nikare karekî pir biçûk jî bike.”

Barîn Kobanê bal kişand ser têkoşîn û keda Rêber Apo a zêdetirî nîv sed salê ye û wiha axivî, “Ev têkoşîna Rêbertiya me îro li her qadê berhem dide û em kêlî bi kêlî nêzî serketinê dibin. Em weke gaziyan erkdar in ku ji her kesî zêdetir bibin xwedî têkoşîn û kedeke mezin. Weke gaziyan heya dawiyê em ê têkoşîna Rêber Apo daye destpêkirin, di xeta şehîdan de bêteredut bimeşînin.”