DAKB: Em li gel Nevîn Kamîlagaoglû ne

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk bertek nîşanî doza li dijî Seroka Wekhev a AABK’ê Nevîn Kamîlagaoglû ya bi tawanbariya "terorîzmê" hatiye vekirin, da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ev zext ne tenê li dijî kesekê ye, li dijî baweriya Elewiyan e."

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi daxuyaniya çapemeniyê bertek nîşanî biryara girtinê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi tawanbariya “terorê” ji bo Seroka Wekhev a Konfederasyona Komeleyên Elewiyan a Ewropayê (AABK) û xwediya kovara Dengê Elewiyan Nevîn Kamîlagaoglû derxistiye, da.

DAKB’ê daxuyand ku ev doz ne tenê berdewamiya zexta sîstematîk a li dijî kesekê ye, li dijî baweriya Elewiyan, mafê wê ya hebûna azad û nûneriya wê ye û wiha hat gotin: "Sedsalan hewl didin Elewîtiyê bitepisînin, lê qet serî netewandiye. Nevîn Kamîlagaoglû yek ji pêşengên vê berxwedanê ye."

DAKB’ê bal kişand ser biryardariya Nevîn Kamîlagaoglû ya têkoşîna maf, edalet û hemwelatîbûna wekhev û wiha domand: "Em van tawanbariyên neheq û dijdemokratîk qebûl nakin. Em ê nehêlin ku jin bi rêya zilmê bên bêdengkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê pêvajoya darizandina neqanûnî ji nêz ve bişopînin û peyama, "Em li gel Nevîn Kamîlagaoglû ne" hat dayîn.