Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma 'Ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk jin dimeşin' doh li Amedê meşeke girseyî lidar xist. Ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran jin li Amedê li hev kom bûn û ji Parka Jiyanê ya Şemse Allak heta bi Mizgefta Mezin meşiyan.
Jinên ku beşdarî meşê bûn, daxwazên xwe yên aştiyê bi ANF'ê re parve kirin.
'EM TENÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN'
Beyca Abî: Em ji bo aştiyê dimeşin. Ji bo azadiya gelê Kurdistanê em li vê derê ne û vê dixwazin. Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Ev meş meşa aştiyê ye. Dayikên me ji rêyên dûr hatin. Tenê daxwazeke wan heye, ew jî aştî ye. Bila ev destê aştiyê yê dayikan li hewa nemîne. Em ji vê derê bang li dewletê dikin: Ji bo aştiyê gavê biavêjin. Yekane armanca me aştî ye; heta bigihêjin armanca xwe em ê bimeşin.
'EV ŞER DIVÊ BI DAWÎ BIBE'
Sadiye Tamûr: Ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk were em li qadan e. Yekane hêviya me azadiya Rêber APo û girtiyên li zindanan e. Em dixwazin êdî şer biqede. Jin xwedî li pêvajoya aştiyê derdikevin. Em naxwazin êdî bêne xapandin.
'DIVÊ DEWLET XWEDÎ LI PÊVAJOYA RÊBER APO DERKEVE'
Fatma Balka: Ji bo zilma li ser gelê me biqede em li vê derê ne. Gelê Kurd divê êdî azad be û mafên wê bêne radestkirin. Me beriya çil salî jî aştî dixwest, îro jî aştiyê dixwazin. Ji bilî aştiyê me tiştekî din nexwest. Heta ku aştî nebe wê dawî li mirina mirovan neyê. Em dixwazin mirin bi dawî bibe.
Gulçîn Karbûk: Ji bo aştî pêk were û dawî li rijandina xwînê bê em têdikoşin. Em naxwazin ku dilê ti dayikê bişewite. Rêber Apo gaveke gelekî bedew û bi rûmet avêt, lê belê Tirkan ti gav neavêtin. Her roj balafirên şer radibin, komkujî dewam dike. Dewleta Tirk divê tavilê xwedî li pêvajoyê derkeve ku Rêber Apo da destpêkirin. Em aştiyê dixwazin, lê belê ew naxwazin.
'EM ÊDÎ MIRINÊ NAXWAZIN'
Sakîne Altan: Yekane daxwaza me aştî ye. Em naxwazin kes bimire. Kurd, Tirk, Elewî, Ereb, Laz ferq nîne; mirod divê nemire, aştî divê pêk were. Em dixwazin êdî şer bisekine. Bila êdî mafên Kurdan nas bikin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê tavilê bi rengekî erênî bi encam bibe.