Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya "Di Avakirina Civaka Aştî û Demokratîk de Hevditîna bi Jinan re" de hevdîtinên xwe bi rêxistinên jinan ên herêmî re didomîne. Şandeya di bin serokatiya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu îro li Amed bi Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) re civiya.
Di civînê de li ser girîngiya pêvajoya ku bi banga aştiyê re hat destpêkirin û çawa di nava jinan de bê belavkirin rawestiyan. Her wiha rola platformên jinan a di civakîkirina aştiyê de hat bibîrxistin.
Di civînê de hat gotin ku divê amûrên xeta têkoşîna serdema nû bi hev re bên nîqaşkirin, civînên jinan werin zêdekirin û divê rêxistinên jinan û saziyên demokratîk ji xwedîderketina pêvajoyê re amade bin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku divê jin ne tenê daxwazan bikin, divê di rewşa mezinkirina rêxistinyê de bin û her wiha parvekirina daneyên ku ji van lêkolînan hatine bidestxistin ji bo pêvajoya avakirina civakî pir girîng e.
Di civînê de hat bibîrxistin ku jin herî zêde xwedî li pêvajoyê derdikevin û divê her sazî li gorî xweseriya xwe nîqaşan bikin. Di civînê de hat gotin ku ev pêvajoya tê payin bi pêşengiya jinan pêş bikeve û divê bi beşên civakê re nîqaş bên pêşxistin.
Di civînê de hat diyarkirin ku berpirsyarî û erkên vê serdemê li ser milê jinan e û li ser girîngiya rêxistinkirin û tevkariyê hat rawestandin.