MKG’ê: Zextên li ser rojnamevanên jin di meha Gulanê de jî dewam kir
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha Gulanê weşand.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha Gulanê weşand.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku zextên li dijî rojnamevanên jin ne takekesî ne, tercîheke polîtîk e û ev zext wekî "hewldanek ji bo bêdengkirina dengê rastiyê" hat pênasekirin.
Li gorî daneyên meha Gulana 2025’an:
Êrîş li 2 rojnamevan hate kirin
Êrîş li weşanek hate kirin
Rojnamevanek hatiye binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin
5 rojnamevan ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin
Li 6 rojnamevanan doz hatiye vekirin
10 meh cezayê girtîgehê û 23,500 TL cezayê pereyan li 2 rojnamevanan hatiye birîn
12 dozên li dijî 19 rojnamevanan hatine vekirin berdewam dikin
9 rojnamevanên jin hîn jî di girtîgehê de ne
2 rojnamevan rastî muameleya xirab hatine, 2 hatine tehdîtkirin
Rojnamevanek ji şopandina nûçeyan hatiye astengkirin
Di raporê de hate destnîşankirin ku rojnamevan ji bilî zextên fîzîkî û hiqûqî bi zextên aborî re jî rûbirû ne û cezayên weşanê yên RTÛKê jî wekî amûrek sansurê têne bikar anîn.
MKG’yê diyar kir ku rojnamevanên jin ne tenê hilberîna agahiyan e, di heman demê de dengê kesên ku tên paşguhkirin in, bîra civakî diparêzin û şîdeta mêran eşkere dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em mezin dibin dema ku em bêdeng dimînin, em bêtir dinivîsin dema ku em qedexe ne" û hat destnîşankirin ku tevî zextan jî rojnamegerî nayê terikandin.