Kongra Star qetilkirina jinan şermezar kir

Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan şermezar kir û bang li hemû saziyên hiqûqê kir ku li dijî komkujiyên li hemberî jinan rabin.

Kongra Star bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinan daxuyanî li bajarên Hesekê, Hol, Til Birakê, Şedadê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê dan. Daxuyanî bi beşdariya bi dehan jinan û endam û nûnerên saziyên sivîl hatin dayîn.

Daxuyanî li parka Xwendinê ya li bajarê Hesekê ji aliyê rêvebera Kongra Star Medya Elî ve, li pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Holê ji aliyê endama Kongra Star Semahir Umêr ve, li Til Birakê jî li pêşiya avahiya Meclisa Sivîl a Til Birakê ji aliyê endama Kongra Star Sîmav Etê ve hatin xwendin, li Dirbêsiyê li pêşiya Mala Jinan a ji aliyê Fatima Keleş ve hat xwendin, li bajarê Şedadê jî daxuyanî li pêşiya avahiya Kongra Star ji aliyê endama Komîteya Civakî ya Kongra Star Fatima El Wadî ve hat xwendin.

Di daxuxyaniyan de qetilkirina jinan bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin "Jin çavkaniya jiyana azad e, qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye, qetilkirina têkoşîna jinan û destkeftiyan wan e. Eger jin azad nebe civak azad nabe"

Di daxuyaniyan de bêdengiya li hemberî qetilkirina jinan hat şermezarkirin û ev bang hat kirin "Doza qetilkirina jinan veguherînin berpirsyariya giştî ya civakî. Divê hemû alî, sazî û saziyên hiqûqî li hemberî qetilkirina jinan rabin."

Di daxuyaniyan de piştgirî bi jinan re hat nîşandan û hate diyarkirin ji bo cezayên giran li qatilan were birîn û ta rawestandina qetilkirina jinan dê bi hemû rêbazan xebatê bidomînin.

Piştî xwendina daxuyaniyan, dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Na ji qetilkirina jinan re" û "Bila sûcdar hesab bidin" hatin berzkirin.