Gulana 2025’an bû meha gulanê ya duyemîn a herî germ
Li gorî çavdêriya avhawayê ya Ewropayê Copernicusê Gulana 2025’an wekî meha gulanê ya herî germ di dîrokê de hat tomarkirin.
Li gorî çavdêriya avhawayê ya Ewropayê Copernicusê Gulana 2025’an wekî meha gulanê ya herî germ di dîrokê de hat tomarkirin.
Di meha Gulanê de germahiya navîn bi k 15,79°C li gorî sala borî hinek kêm jî be, hîna jî di asta rekorê de ye.
Germahiyên rûbarê deryaya mezin jî gihişt nêzî rekoran. Bi navînî 20,79°C re di dîrokê de germahiya meha gulanê ya herî mezin hate jiyîn. Bi taybetî germahiya ava behrê ya dorava Atlasî û Behra Spî zêdeyî rêjeyê ye. Li gorî pisporan ev rewş zirarê dide pergala xwezayî û rê li ber vedike ku hinek cur tune bibin an jî koçber bibin.
Welatên Ewropa Îngilîstan, Danîmarka û Hollanda bi rekorên germahiya hewayê û ziwayî re têdikoşin û pisporan ji bo çavkaniyên avê û çandiyê hişyarî didin.
Tevî kêmbûna demkî jî rayedarên Copernicusê diyardikin ku derbasbûna 1,5°C bi awayekî mayînde nêz e. Di Hezîrana 2024’an- Gulana 2025’an de germahiya navîn gihiştiye 1,57°C’ê.