Li Zhengzhouya paytexta eyaleta Henanê germahî gihîşt 41°C’yan. Her wiha li Sheaheya li eyaleta Hebeiyê bû 42,9°C û li Linzhouyê gihîşt 43,2°C’yan. Pisporan diyar kirin ku asta germahiyê wê heya dawiya hefteyê bi qasî 15°C’yan kêm bibe û veguherin asta normal.
Çîn, di van salên dawiyê de bi afetên zêde rû didin re rû bi rû ye. Çîn ji aliyekî ve hewl dide belavbûna karbonê kêm bike û ji aliyekî ve jî di sektorên ba, roj û enerjiya nuklerê de veberhênan dike. Di her sê mehên ewil ên sala 2025’an de bi saya van veberhênanan emisyonên karbonê ji sedî 1,6 kêm bûn.
Lê belê Çînê di sala 2024’an de dest bi çêkirina santrala termîk ya komirê ya 94,5 gîgawatî kir. Ev ji sedî 93’yê projeyên santralên komirê yên nû yên li seranserê cîhanê pêk tîne. Tê ragihandin dibe ku ev rewş hewlên Çînê yên bidestxistina notrbûna karbonê ya heya sala 2060’î zehmettir bike.