Nîvê nifûsa cîhanê bi germahiya dijwar re rû bi rû ye
Li gorî lêkolîneke ku nû hatiye weşandin, nêzîkî nîvê nifûsa cîhanê ji ber guherîna avhewayê ya ji ber mirovan meheke din bi germahiya dijwar re rû bi rû man.
Li gorî lêkolîneke ku nû hatiye weşandin, nêzîkî nîvê nifûsa cîhanê ji ber guherîna avhewayê ya ji ber mirovan meheke din bi germahiya dijwar re rû bi rû man.
Zanyara avhewayê ya Imperial College Londonê Friederike Otto bal kişand ser encamên bikaranîna sotemeniyên fosîl û got, "Her bermîleke petrolê ya tê şewitandin, her tonek karbondîoksîta ku derdikeve û her zêdebûna germahiyê tê vê wateyê ku bêtir mirov ji germahiya dijwar bi bandor dibin."
BANDOR LI 4 MILYAR KESAN KIR
Lêkolîna ku ji hêla World Weather Attribution, Climate Central û Xaça Sor-Navenda Avhewayê ya Xaça Sor ve hatiye kirin, daneyên ji 1ê Gulana 2024’an heta 1’ê Gulana 2025’an analîz kir. Li gorî lêkolînê bi qasî 4 milyar kesan herî kêm 30 rojên din bi germahiya dijwar re rû bi rû man.
Lêkolîneran daxuyandin ku "rojên germahiya dijwar" wekî rojên ku ji germahiyên di navbera salên 1991 û 2020’an de hatine tomarkirin ji sedî 90 zêdetir pênase kirin. Dema ku cîhaneke simulasyonkirî ya ku bêyî di bin bandora mirovan de ye bi eşkereyî tê dîtin ku germahiyên heyî ji ber guherîna avhewayê ne.
HERÎ ZÊDE BANDOR LI ARÛBAYÊ KIR
Di lêkolînê de bi tevahî 67 pêlên germahiya dijwar ên cûda hatin tespîtkirin, Girava Arûba ya Karayîbanê cihê herî bandordar bû. Par li giravê 187 rojên pir germ hebûn. Ev jî nîşan dide ku ji ber guherîna avhewayê hejmara rojên pir germ 45 rojan derbas kiriye.
SALA 2024 SALÊ HERÎ GERM BÛ
Di dîrokê de sala 2024’an wekî sala herî germ a ku hatiye tomarkirin û Çileya 2025’an jî Çileya herî germ a ku hatiye tomarkirine. Germahiya kûrevî li gorî serdema pîşesaziyê kêm û zêde 1.3°C zêde bûye û heta sala 2024’an sînorê 1.5°C derbas kiriye.
BANDORÊN LI SER TENDURISTIYÊ
Rapor balê dikşîne ser kêmasiyên cidî yên daneyan li ser bandorên tenduristiyê yên hewaya germ û bi taybetî jî li welatên xizan. Her çiqasî tenê di havîna 2022’an de li Ewropayê zêdetirî 61,000 ji ber germê mirine jî, li herêmên din ev dane tune ne. Gelek mirinên ji ber germê bi nexweşiyên dil an jî pişikê ve girêdayî ne.