Panel li Politik Bibliotekê pêk hat û ekolojîst, tevgerên hawirdorê yên Swîsreyî û endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê tevlî bûn.
Di panelê de li ser bandora krîza avhewayê ya li cîhanê û xisara hawirdorê ya ji ber polîtîkayên dewletê li Kurdistanê bûye nirxandin hate kirin.
Aktîvîstên Swîsreyî çavdêriyên xwe yên li Amed, Şirnex, Wan û Êlihê parve kirin û diyar kirin ku çikandina çavkaniyên avê, şewitandina daristanan û karên madenkariyê hilweşîna ekolojîk giran dikin.
Di beşa duyemîn a çalakiyê de aktîvîstê Tev-Eko Salman Karasû axivî û qala karên tevgerê yên li Ewropayê kir. Panel bi banga piştevaniyê bi dawî bû.