CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Hamasê îdîa kir ku leşkerên Îsraîlê dîl girtine, Îsraîlê ev îdîa derewand
Hamasê îdîa kir ku roja Şemiyê li kampa Cîbaliye ya li Xezeyê kemîn danîne û leşkerên Îsraîlê “dîl girtine”, lê artêşa Îsraîlê ev îdîa derewand. -
Tê îdiakirin ku Pûtîn ji agirbesta Ûkraynayê re amade ye
Li gorî nûçeyên xwe dispêrin çavkaniyên Rûsî, tê îdiakirin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bidawîkirina şerê Ûkraynayê re amade ye. -
Li gorî Çînê serokê nû yê Taywanê giravê ber bi şer ve dehf dide
Çînê serokdewletê nû yê Taywanê Lai Ching-te sûcdar kir ku giravê ber bi şer ve dibe û gef xwar ku di dema tatbîqatên leşkerî yên mezin de wê tedbîrên dijber zêde bike. -
Çînê li Taywanê tatbîqatên nû da destpêkirin
Çînê li girava Taywanê sê rojan piştî wezîfedarkirina serokkomarê nû yê Taywanê Laî Chîng Teyî dest bi tatbîqatên leşkerî kir. -
Êrîşên Îsraîlê: Li Lubnanê 363 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 8'ê Cotmeha 2023'an heta 21'ê Gulana 2024'an di êrîşên Îsraîlê de 363 kes hatin kuştin û nêzî 100 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn. -
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî hêzên Şamê kirin: 3 leşker mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li çolistana Sûriyeyê êrîşî hêzên hikumeta Şamê kirin û 3 leşker hatine kuştin. -
Di qezaya helîkopterê de 9 cenaze hatin dîtin
Hate ragihandin ku tîmên rizgarkirinê di encama 15 saetên lêgerînê de 9 cenaze peyda kirine. -
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî biryara girtina Netanyahû da
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li Şerîda Xezeyê kiriye, biryara girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû da. -
Ji bo wezîfeya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Elî Baqirî hate diyarkirin
Li şûna Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan ê ku di qezaya helîkopterê de bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re mir, Elî Baqirî hate diyarkirin. -
Cenazeyê Reîsî hate dîtin
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di encama ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku helîkopter ji ber mija zêde ketiye û cenazeyê Reîsî hatiye dîtin. Li Îranê hewce ye di nava 50 rojan de hilbijartin were kirin. -
Serokkomar Reîsî jiyana xwe ji dest da
Rayedarên Îranê ragihandin ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan jiyana xwe ji dest dan. -
Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de bû qeza kir
Hat zanîn ku helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de bû qeza kir û ji Reîsî agahî nayê girtin. -
FEDA: Em ê biryarên faşîzmê qebûl nekin
FEDA'yê têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyek da û got, "Dewleta Tirk di Doza Kobanê de biryara mezinkirina şer da. Em ê biryarên faşîzmê qebûl nekin." -
Koalîsyona nû ya Hollandayê di polîtîkaya penaberiyê ya herî hişk de li hev kir
Hikûmeta koalîsyona nû ya li Hollandayê daxwaza xwe ya polîtîkayeke penaberiyê ya ‘herî hişk’ ragihand. -
Îrlanda wê heya dawiya meha Gulanê dewleta Filistînê nas bike
Wezîrê Karên Derve yê Îrlandayê Mîchael Martîn ragihand ku dewleta Îrlandayê wê heya dawiya meha Gulanê dewleta Filistînê ‘teqez’ nas bike. -
Di karesata li Endonezyayê de hejmara miriyan bû 50 kes
Ajansa rêveberiya afetê ya neteweyî ya Endonezyayê bîlançoyek nû da. Li gorî vê bîlançoyê ji ber lehî û lava cemidî ya li rojavayê welêt çêbûyî, herî kêm 50 kes mirin. -
Li cîhanê hejmara kesên neçarî koça hundir dibin gihişt asta rekorê
Li gorî Navenda Çavdêriya Di nava Welêt de Koçkirin (IDMC) ji ber şerên li Sûdan, Xeze û Komara Kongoya Demokratîk hejmara mirovên ku heta dawiya sala 2023’yan di nava welêt de ji cihên xwe bûne, gihişt 75,9 milyonê. -
Li Iraqê êrîşî qereqola leşkerî hate kirin: 5 leşkerên Iraqê mirin
Rayedarên Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di êrîşa li ser çeperên leşkerî ya li vîlayeta Selahaddîn, fermandarek û 4 leşkerên Iraqê mirin. -
Çîn û DYE wê li Cenevreyê ji bo rîskên ‘zekayê çêkirî’ hevdîtin bikin
Rayedarên DYE’yê ragihand ku roja Sêşemê wê Çîn û DYE ji bo rîskên ‘zekayê çêkirî’ hevdîtina pêşî pêk bînin û li ser vê mijarê derfet bide Washingtonê ku fikarên xwe der barê pêşketinên Çînê li qadê bîne ziman. -
Rayedarekî leşkerî yê Ûkranyayî: Li Harkîvê rewş giran bûye
Serfermandarê artêşa Ûkraynayayê Oleksandr Syrskiy, ragihand ku Rûsyayê li Harkîvê dest bi operasyoneke berfireh kiriye û got ku rewşa li herêmê gelekî giran bûye. -
Li Êrîvanê çalakiya şermezarkirinê: 151 kes hatin binçavkirin
Polîsê Ermenistanê, diyar kirin ku sibeha Duşemê li Paytaxta Êrîvanê 151 çalakvan ku dixwestin rêyan bigirin û biryara hikûmetê ya di çarçoveya hevdîtinên aşitiyê ku hin ax bidin Ezerbaycanê protesto bikin, binçavkirine. -
Şerê Xezeyê: Misir tevlî serlêdana nû ya Efrîkaya Başûr dibe
Efrîkaya Başûr ji bo tedbîrên bi lez ên nû li hemberî Îsraîlê bêne wergirtin serlêdaneke nû li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî kir. Wezareta Karên Derve ya Misrê ragihand ku nêta wan heye tevlî vê serlêdana dawî ya Efrîkaya Başûr bibe. -
Li Kanadayê şewatên daristanan zû destpê kirin, bi hezaran kes hatin tehliyekirin
Şewatên daristanan ên li eyaleta Brîtîsh Colûmbîa ya Kanadayê çêbûyîn, gihişt qada qasî 4 hezar hektarê. Bi hezaran kes hatin tehliyekirin. -
Li Sûdanê li dijî El-Faşîr êrîşên bi çekên giran: 800 hezar penaber di xeteriyê de ne
Koordînatorê Sûdanê ya Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Clementine Nkweta-Salamî, ragihand ku li El-Faşîrê tevahiya şevê bi "çekên giran" êrîş pêk hatiye û got ku ev êrîş gef li nêzî 800 hezar penaberên sivîl dixwe. -
Bîlançoya keraseta lehiyê ya li Brezîlyayê giran dibe
Li başûrê Brezîlyayê keraseta lehiyê ya ku rû dabû, di dawiya hefteyê de bi lêkirina barana zêde re cardin giran bû û xebatên rizgarkirinê zehmet kir. Herî kêm 136 kes mirin, fikar hene ku ev hejmar girantir bibe.