Êrîşên Îsraîlê: Li Lubnanê 363 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 8'ê Cotmeha 2023'an heta 21'ê Gulana 2024'an di êrîşên Îsraîlê de 363 kes hatin kuştin û nêzî 100 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 8'ê Cotmeha 2023'an heta 21'ê Gulana 2024'an di êrîşên Îsraîlê de 363 kes hatin kuştin û nêzî 100 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.
Wezareta Tenduristiyê rapora xwe ya dawî ya têkildarî şerê navbera Hîzbûllah û Îsraîlê yê li başûrê Lubnanê weşand. Li gorî vê yekê di encama şer de 363 kes hatin kuştin.
Li gorî rojnameya L'Orient-Le Jour a bi zimanê Fransî, di êrîşan de 310 endamên Hîzbûllahê hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê her wiha li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji destpêka şer û vir ve 93 hezar û 881 kes ji cih û warê xwe bûn.