Hamasê îdîa kir ku leşkerên Îsraîlê dîl girtine, Îsraîlê ev îdîa derewand

Hamasê îdîa kir ku roja Şemiyê li kampa Cîbaliye ya li Xezeyê kemîn danîne û leşkerên Îsraîlê “dîl girtine”, lê artêşa Îsraîlê ev îdîa derewand.

ŞERÊ XEZEYÊ

Li gorî çavkaniyên Hamasê, hêzên Îsraîlê yên hatine hedefgirtin di tuneleke li kampa Cîbaliyeyê de bûn û “hemû endamên wê hatin kuştin, birîndarkirin yan jî dîlgirtin.”

Berdevkê baskê çekdarî yê tevgera Îslamî ya Fîlîstînê Ebû Ûbeyde îdîa kir ku hêzên Hamasê beriya ku “tunelê biteqînin”, “kel û pelên leşkerî desteser kirine”.

Berdevk Ûbeyde di heman demê de dîmenê kesekî ku li erdê dixirike û hatiye dîlgirtin, weşand û ev kes weke leşkerê Îsraîlê nîşan da.

Artêşa Îsraîlê jî bêyî ku derbarê leşkerên mirî yan jî birîndar de agahî bide, ragihand ku “ew ê eşkere û zelal bikin ku ti leşker nehatine revandin”.

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ÛAD) biryar dabû ku divê artêşa Îsraîlê operasyona xwe ya li vê bajarê li başûrê Xezeyê ku bi sed hezaran mirov lê bi cih bûne, bide sekinandin. Tevî vê biryarê jî roja Şemiyê artêşa Îsraîlê bombebarana xwe ya li ser Refahê domand.

Her wiha ji bo agirbestê û berdana zêdeyî 100 dîlgirtiyên li ser xaka Fîlîstînê, hewldanên navneteweyî car din destpê kirin.