Çînê li Taywanê tatbîqatên nû da destpêkirin

Çînê li girava Taywanê sê rojan piştî wezîfedarkirina serokkomarê nû yê Taywanê Laî Chîng Teyî dest bi tatbîqatên leşkerî kir.

Li gorî ajanseke fermî ya Çînê Berdevkê Fermandariya Qada Rojhilat a artêşa Çînê Lî Şî gotiye ku ew tatbîqat ji çalakiyên cudaxwaz ên hêzên serxwebûna Taywanê re cezayeke giran e û ji midaxele û provokasyonên hêzên biyanî re hişyariyeke xurt e.

Li gorî heman ajansê tatbîqat li derdora gelek herêmên Taywanê pêk tên. Tê payîn ku ev tatbîqat wê du rojan dewam bikin.

Taywanê jî ev tatbîqatên Çînê weke ‘provokasyon û çalakiyên deraqilane’ pênase kir. Hêzên Taywanê  ragihand ku ew bi biryar in ku serwerî û ewlehiya giravê biparêzin û ji bo vê yekê jî hêzên xwe yên leşkerî li ser behrê bi cih kiriye.

Vê hefteyê Çînê axaftineke Serokkomarê nû ê Taywanê Laî Chîng Teyî  weke ‘qebûlkirina serxwebûna Taywanê’ pênase kir û  gefên ‘bergirîdanê’ li wî xwar.

Taywan ji sala 1949’an ve ye weke welatekî xweser e. Pekîn jî girava ku bi rêyên demokratîk tê birêvebirin, weke parçeyeke axa xwe dibîne û hemû caran tîne ziman ku ew ê ji bo ku giravê bixe di bin kontrola xwe de tim hewl bide.