CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Kanadayê şewatên daristanan zû destpê kirin, bi hezaran kes hatin tehliyekirin
Şewatên daristanan ên li eyaleta Brîtîsh Colûmbîa ya Kanadayê çêbûyîn, gihişt qada qasî 4 hezar hektarê. Bi hezaran kes hatin tehliyekirin. -
Li Sûdanê li dijî El-Faşîr êrîşên bi çekên giran: 800 hezar penaber di xeteriyê de ne
Koordînatorê Sûdanê ya Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Clementine Nkweta-Salamî, ragihand ku li El-Faşîrê tevahiya şevê bi "çekên giran" êrîş pêk hatiye û got ku ev êrîş gef li nêzî 800 hezar penaberên sivîl dixwe. -
Bîlançoya keraseta lehiyê ya li Brezîlyayê giran dibe
Li başûrê Brezîlyayê keraseta lehiyê ya ku rû dabû, di dawiya hefteyê de bi lêkirina barana zêde re cardin giran bû û xebatên rizgarkirinê zehmet kir. Herî kêm 136 kes mirin, fikar hene ku ev hejmar girantir bibe. -
Sekreterê Giştî yê NY'ê ji bo Xezeyê banga agirbesta lezgîn kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo Şerîda Xezeyê banga agirbesta 'lezgîn' kir. -
Li Endonezyayê lehî û lav: Herî kêm 12 kes mirin
Li Endonezyayê roja Şemiyê ji ber barana zêde lehî rabû û ji Çiyayê Marapiyê lava cemidî herikî. Herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Kêm maye Îsraîl li dijî navenda Refahê operasyonê bide destpêkirin
Li gorî agahiyên çapemeniya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê dest bi ketina taxên li rojhilatê bajarê Refahê yê Şerîda Xezeyê kiriye. -
Hejmara mirovên ku ji cihên xwe bûne di asta rekorê de ye
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) “Rapora 2024’an a Koçê ya Cîhanê” weşand. Li gorî daneyên raporê li cîhanê hejmara mirovên ku ji cihên xwe bûne, di asta rekorê de ye. -
NY: Êrîşa li ser Refahê wê rê li ber karesateke mirovî ya mezin veke
Piştî ku muzakereyên Îsraîlî û Hemas bêyî ku bigihin encamekê dev ji danûstandinên agirbestê li Qahîreyê berdan, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyar kir ku êrîşa bejayî ya Îsraîlê li ser Refahê wê rê li ber "karesateke mirovî ya mezin” veke. -
Rûsyayê li herêma Harkîvê dest bi êrişeke bejahî kir
Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê ragihand ku Rûsyayê roja Înê li herêma Harkîvê ya li bakurrojhilatê welêt ji bo 'têkbirina xetên parastinê yên Ûkraynayê' dest bi êrişeke bejahî kiriye û şer dewam dike. -
Gefa Îsraîlê ya li ser Refahê: 110 hezar Fîlîstînî neçar man birevin
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî roja Înê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji bajarê Refahê nêzî 110 hezar kes neçar man birevin herêmên ku kêm metirsîdar dibînin. -
Li Arjantînê greva giştî ya duyemîn
Ûltra-lîberal Javîer Mîleî di desthilatdariya xwe ya şeş mehan de cara duyemîn li greva giştî rast hat. Roja Pêncşemê tren û metro nexebitîn, dibistan û banka girtî man. -
Li Îranê hilbijêr ji bo tûra duyemîn deng didin
Ji bo tûra duyemîn a Hilbijartinên Parlamenta Îranê yên serdema 12'emîn, li 22 herêmên hilbijartinê dengdanê destpê kir. Li welêt, li 8 bajaran, tevî Tehranê dengdana elektronîk tê kirin. -
Endamtiya tam a Fîlîstînê hate redkirin, vê carê serî li Civata Giştî ya NY’ê da
Piştî ku DYE’yê endamtiya tam a Fîlîstîniyan a ji NY’ê re veto kir, roja Îniyê li Civata Giştî gaveke sembolîk avêt û tê payîn ku di nava rêxistinê de hin mafên din jî bi dest bixe. -
Swîsre ji bo teserûfê wê penaberên Ukraynayî tevlî hêza kar bike
Konseya Federal a Swîsreyê ji bo ji alîkariya ku dide penaberan teserûfê bike plan dike ku penaberan tevlî hêza kar bike. -
NY: 80 hezar Filistînî neçar mane ku Refahê biterikînin
Saziya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) UNRWA’yê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got ku ji 6 Gulanê heya niha nêzîkî 80 hezar Filistînî neçar mane ku bajarê Refah ê li başûrê Şerîda Xezeyê biterikînin. -
Ji ber bombebarana Îsraîlê li başûrê Lubnanê nêzî 1,5 milyar dolar zirar çêbûye
Zirarên bombebaranên Îsraîlê ên li başûrê Lubnanê ku di nava 7 mehên derbasbûyî de di çarçoveya şerê li Şerîda Xezeyê de pêk hat, tê texmînkirin ku nêzî 1,5 mîlyar dolar e. -
Medya Îsraîlê: Tirkiyeyê careke din îxracat erê kir
Malpera nûçeçyan a Îsraîlî Globes ragihand ku Tirkiyeyê îxracata bi hinceta Şerê Xezeyê ji bo Îsraîlê rawestandibû, careke din erê kir. -
Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara qurbaniyan gihîşt 100 kesî
Ji ber karesata lehiyê ya li başûrê Brezîlyayê hejmara qurbaniyan gihîşt 100 kesî. Rayedaran bang li şêniyên herêmê kirin ku hîn venegerin herêmên di bin rîskê de ne. -
Li Xezeyê hejmara miriyan hindik ma bigihêje 35 hezar kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Pêncşemê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de hejmara miriyan gihîştiye 34 hezar û 904 kesan. -
Li Ûkraynayê dronên modern ên ku dibe çarenûsa şer biguherînin
Şîrketa Emerîkî Felonî Aero dibêje ku dibe di demeke nêz de ew hêza parastinê ya Ûkraynayê bi dronên bi reşaşeyan bihêztir bike. -
Li Misirê ‘mala bêhnvedanê' ya 3 hezar û 400 salî hat dîtin
Li nîvgirava Sînayê ya li Bakurê Rojhilatê Misrê, bermahiyên avahiyeke girîng a ku nêzî 3 hezar û 400 sal berê ye hatin dîtin. Lêkolîner difikirin ku dibe ku ew “mala bêhnvedanê ya qraliyetê” bû. -
OPCW: Li Ûkranyayê sûcên çekên kîmyewî 'bi têrkerî nehatine piştrastkirin'
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) roja Sêşemê dabû xuyakirin ku li ser îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî li Ûkraynayê agahî gihaştiye ber destê wan û got, "bi têrkerî nehatiye piştrastkirin.” -
Ofîsa parlamenterê AfD’ê ya li Brukselê hate lêgerînkirin
Dozgeriya Federal a Elman roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku ofîsa parlamenterê AfD’ê Maxîmîlîan Krah a li Parlamentoya Ewropayê, bi gumana ku yek ji alîkarên wî sîxûrê Çînê ye hate lêgerînkirin. -
Rêxistina Efûyê: Artêşa Somalî bi dronên Tirk sivîlan qetil dike
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, da xuyakirin ku di du êrîşên artêşa Somalî de ku Adara bihurî balafirên bê mirov ên Tirk bi kar anîn 14 jê zarok 23 sivîlan hatin qetilkirin û banga lêpirsîna li "sûcên şer" ên muhtemel kir. -
Îsraîlê nuqteya derbasbûnê ya Refahê bi dest xist, nerazîbûneke zêde heye, astengî nîne
Îsraîlê îdîa kir ku kontrola nuqteya derbasbûnê ya Refahê ji milê Xezeyê ve bi dest xistiye. Car din zorî li şêniyên Xezeyê hat kirin ku birevin. Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşan da ku dagirkeriya Refahê nayê qebûlkirin.