Li Êrîvanê çalakiya şermezarkirinê: 151 kes hatin binçavkirin

Polîsê Ermenistanê, diyar kirin ku sibeha Duşemê li Paytaxta Êrîvanê 151 çalakvan ku dixwestin rêyan bigirin û biryara hikûmetê ya di çarçoveya hevdîtinên aşitiyê ku hin ax bidin Ezerbaycanê protesto bikin, binçavkirine.

Gelek kolanên Êrîvanê sibeha Duşemê li ser banga serokê Tevgera Welatê Tavuşê û Serpîskoposê Dêra Apostolîk a Ermenî ya Tavuşê Bagrat Galstanian ji aliyê çalakvanan hat girtin. Serokê Tevgera Tavuşê Bagrat Galstanian banga îstîfayê li Serokwezîr Nîkol Paşîniyan dike.

Polîsan mudaxele kir û 151 kes binçav kirin. Polîsên Êrîvanê diyar kirin ku li paytext kolanek ku ji trafîkê re girtî nemaye. 

Rayedarên Ermenistanê ji bo ku peymana aştiyê bi Baku’yê re pêk bîne, biryar da ku ax û gundên dora sînor ku di sala 1990’an de ji aliyê artêşê ve hatibû girtin radest bike.

Li herêma Tavuşê ya ku ji vê biryarê bandor bûne, di 9'ê Gulanê de xwepêşandan bi tevlîbûna bi deh hezaran kes pêk hatibû û bi dawî bûn. Li Êrîvanê jî dawiya hefteyê mîtîngên din hatin lidarxistin.