Di karesata li Endonezyayê de hejmara miriyan bû 50 kes
Ajansa rêveberiya afetê ya neteweyî ya Endonezyayê bîlançoyek nû da. Li gorî vê bîlançoyê ji ber lehî û lava cemidî ya li rojavayê welêt çêbûyî, herî kêm 50 kes mirin.
Ajansa rêveberiya afetê ya neteweyî ya Endonezyayê bîlançoyek nû da. Li gorî vê bîlançoyê ji ber lehî û lava cemidî ya li rojavayê welêt çêbûyî, herî kêm 50 kes mirin.
Şeva Şemiyê li şeş herêmên rojavayê Sûmatrayê, baranên tund barîn. Ev baran bû sedema lehiyê û ji Çiyayê Marapî ku çiyayê vokanîk ê herî aktîf ê giravê ye, lava cemidî herikî.
Di encama karesatan de rê veguherîn çemên bi herî, mal û mizgeft jî ber avê ketin.
Ajansa Rêveberiyê Afetê ya Endonezyayê (BNPB) ragihand ku hejmara kesên ji ber karestê mirine bû 50 kes. Ku berê hejmara miriyan 44 bû.
Berdevkê Ajansê Abdûl Mûharî daxuyanî da û diyar kir ku her wiha lehiya bi tund bûye sedem ku 27 kes winda bibin, 37 kes birîndar bibin û zêdeyî 3 hezar û 300 kes jî bên tehliyekirin.
Serokê BNPB’ê Sûharyanto hişyarî da ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.