Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç, malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Emîne Konar xwişka Omer Hayrî, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

Erol Atabey birayê Ergîn Atabey, Şukran Bayhan xwişka Zekî Bayhan û Selahattîn Yamalak birayê Mahmût Yamalak jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.