Çîn û DYE wê li Cenevreyê ji bo rîskên ‘zekayê çêkirî’ hevdîtin bikin

Rayedarên DYE’yê ragihand ku roja Sêşemê wê Çîn û DYE ji bo rîskên ‘zekayê çêkirî’ hevdîtina pêşî pêk bînin û li ser vê mijarê derfet bide Washingtonê ku fikarên xwe der barê pêşketinên Çînê li qadê bîne ziman.

Li gorî AFP'ê rayedarên DYE’yê yên nexwestin navê wan bê eşkerekirin, diyar kirin ku Serokê DYE’ê Joe Bîden û hempîşeyê wî yê Çînê Şî Cinping di civîna xwe ya payîza bihurî de ya li Kalîforniyayê de soz dabûn ku vê civînê pêk bînin û hat gotin ku li ser vê bingehê nûnerên her du welatan wê ji bo pêkanîna vê diyalogê biçin Cenevreyê.

Yek ji rayedaran di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ev yek bêyî weşandina belavokeke hevpar, bêyî daxuyaniyên şênber û bêyî armanca hevkariyê wê bibe wesîleya parvekirina nêrînan.