CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Erîvanê di çalakiya şermezarkirinê de bi dehan kes birîndar bûn
Li Ermenistanê ji bo îstifakirina Serokwezîr Nîkol Paşînyan xwepêşandanek hate lidarxistin. Di encama destwerdana polîsan de bi dehan kes birîndar bûn. -
Bîlançoya Xezeyê giran dibe, muzakereyên agirbestê dewam dikin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve li Xezeyê zêdeyî 37 hezar û 200 kes mirine û muzakereyên agirbestê dewam dikin. -
Li Quweytê li avahiya karkeran şewat derket: Herî kêm 35 kes mirin
Wezareta Karkeran a Quweytê ragihand ku li herêmeke ku piranî karkerên biyanî lê ne, şewat derket û herî zêde 35 kes mirin. -
Komîsyona NY'ê: Îsraîlê ji bo 'îmha'yê li dijî mirovahiyê sûc kir
Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Îsraîl li Şerîda Xezeyê bi armanca 'îmha'kirinê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Komîsyonê komên Fîlîstînî jî ji 7'ê Cotmehê û vir ve bi sûcê şer sûcdar dike. -
NY'yê artêşa Sûdanê û paramîlîter xist 'lîsteya cihê şermê'
Li gorî rapora salane ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya Lezgîn (HPL) a paramîlîter, ji ber binpêkirina mafên zarokan xist 'lîsteya cihê şermê'. -
Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 26 kes mirin, bi dehan kes hatin revandin
Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya li dijî gundekî li bakurê rojavayê Nîjeryayê de 4 jê polîs bi dehan kes mirin û bi dehan kes jî dîl hatin girtin. -
Li seranserê cîhanê zêdebûna hejmara pevçûnan
Li gorî lêkolîneke Norwecê ji sala 1946’an heya niha herî zêde di sala 2023’yan de pevçûnên çekdarî rû dane. Her wiha bi awayekî paradoksî hejmara dewletên bi pevçûnên çekdarî lê diqewimin, kêm dibin. -
Di şerê li Xezeyê de hejmara miriyan bû 37 hezar û 124
Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê ragihand ku hejmara mirovên ji destpêka şer û vir ve li herêmê jiyana xwe ji dest dane bûye 37 hezar 124. -
Li Fransayê erdheja siyasî: Macron bi xeter tevdigere
Encamên Parlamentoya Ewropayê li Fransayê bû sedema erdheja siyasî. Rastgiriya tund bi skoreke dîrokî bû partiya yekemîn. Macron demildest parlamento fesih kir û ji bo demeke pir nêz banga hilbijartinê kir. -
Di hilbijartinên PE’yê de ‘Koalîsyona Mezin’ serweriya xwe diparêze
Li Parlamentoya Ewropayê ‘Koalîsyona Mezin’ a ku ji partiyên rastgir, sosyalîst û navendî pêk tê, li gel zêdebûna dengê rastgiriya tund jî li parlamentê xwedî hejmara herî zêde û serwer e. -
Cenevre bi referandûmê sembolên nefretê qedexe kir
Li gorî encamên referandûma li kantona Cenevre ya Swîsreyê hat lidarxistin, qedexekirina sembolên nefretê ku di nav de sembolên Naziyan jî hene li qadên cemaweriyê, hat erêkirin. -
Erebistana Siûdî 300 hezar heciyên ku qeyda wan neyî, paşde vegerandin -NÛ BÛ
Erebistana Siûdî ragihand ku beriya serdanên hecê li bajarê pîroz ê misilmanan Mekkeyê destpê bike, zêdeyî 300 hezar heciyên ku qeyda wan neyî paşde vegerandine. -
26 welatan deklarasyona ‘Ji Okyanûsê re Aştî’ îmze kirin
Hêj ji bo Konferansa Okyanûsên Neteweyên Yekbûyî ya ku Wê li Fransayê pêk were salek maye, roja Şemiyê herî kêm 26 welatan di forma ‘Immersed in change’ ya li Kosta Rika’yê de "deklarasyona ji okyanûsê re aştî" îmze kirin. -
Kolombiya wê firotiya komir a ji Îsraîlê re, betal bike
Serokdewletê Kolombiyayê yê çepgir Gûstavo Petro ragihand ku ji ber şerê ku li Xezeyê dewam bike, ew ê îxracata komir a ji Îsraîlê re di demek nêz de betal bikin. -
Êrîşî Serokwezîra Danîmarkayê hate kirin
Li navenda Kopenhagê êrîşî Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen hate kirin. -
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê: Divê heta sala 2029’an em ji şer re amade bin
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Borîs Pîstorîûs dema li Meclisa Federal bersiv da pirsên hikûmetê got ku divê heta sala 2029’an ji şer re amade bin. -
Şerê Xezeyê: 77 kesên din hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Înê ragihand ku di şerê Xezeyê de ku ketiye meha 9'an li xaka Fîlîstînê 36 hezar û 731 kes hatine kuştin. -
Hamas: Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan bû 36 hezar û 654
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka şerê Hamas û Îsralê û heya niha li ser xaka Filistînê 36 hezar û 654 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
UNICEF: Her yek ji çar zarokên kêmî 5 salî birçî ye
Li gorî rapora dawî ya UNICEF'ê, li cîhanê her yek ji çar zarokên kêmî 5 salî di asteke cidî de birçî ye. -
Di êrîşa li dijî gundekî Sûdanê de nêzî 100 kes mirin
Li Sûdanê, hat îdîakirin ku komeke paramîlîter li dijî gundekî li navenda welêt êrîş pêk anîne û di encamê de derdora 100 kes mirine. -
Neteweyên Yekbûyî ji bo metirsiya bêewlehiya xurekan hişyarî da
Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî hişyarî dan û gotin ku dibe heya meha Cotmehê li Xeze, Haîtî, Malî, Sûdana Başûr û Sûdanê di astên pir bilind de talûkeya bêewlehîya xurekan rû bide. -
Hilbijartinên Hindistanê: Dengên Modî kêm bûn
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî û hevalbendên wî yên neteweperest di hilbijartinên giştî de bi ser dikevin lê piraniya wan a parlemantoyê kêm dibe. -
NY: Zêdetirî nîvê avahiyên li Xezeyê hilweşiyane yan jî zirar dîtine
Navenda Dîmenên Peykê ya Neteweyên Yekbûyî (UNOSAT) li Cenevreyê ragihand ku zêdetirî nîvê avahiyên li Xezeyê hilweşiyane yan jî zirar dîtine. -
Li Efrîqaya Başûr ANC’ê ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê dest bi hevdîtinan kir
ANC a ku ji destpêka avabûna demokrasiyê li Efrîqaya Başûr û hilbijartina Nelson Mandela ya sala 1994'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, di hilbijartinên qanûndanînê de derbeke giran xwar û serdestiya xwe ya li Meclîsa Neteweyî winda kir. -
Li Meksîkayê namzeta çepgir di hilbijartinan de bi ser ket
Li Meksîkayê namzeta çepgir Claûdîa Sheînbaûm di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket û di dîroka welêt de bû seroka jin a destpêkê.