Li girtiyan mehek hevdîtin hate qedexekirin

Li girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a li Wanê mehek hevdîtin hate qedexekirin.

QEDEXEYA LI SER GIRTIYAN

Girtiyên li koxûşên bi hejmara C-9, C-13, C-16, C-33 û C-21 ên li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a li Wanê bi mehekê qedexeya hevdîtinan hatin cezakirin.

Hate ragihandin ku 18'ê Adarê gardiyanan dema 3 girtî ji revîrê dibirin koxûşan li wan xistin, girtiyan jî ji bo şermezarkirina vê yekê çalakiya dengderxistinê kirin û rêveberiya girtîgehê bi vê hincetê hevdîtin qedexe kir.

Malbatên ku biryara qedexeyê ji wan re hate ragihandin nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.