Şerê Xezeyê: Misir tevlî serlêdana nû ya Efrîkaya Başûr dibe

Efrîkaya Başûr ji bo tedbîrên bi lez ên nû li hemberî Îsraîlê bêne wergirtin serlêdaneke nû li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî kir. Wezareta Karên Derve ya Misrê ragihand ku nêta wan heye tevlî vê serlêdana dawî ya Efrîkaya Başûr bibe.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Misrê ev biryar ji ber "Zêdebûna tundiya Îsraîlê ya li se sivîlên Fîlîstînî yên li Xezeyê", "Xerakirina binesaziya sivîl" û "Koçberkirina Fîlîstîniyan" hate wergirtin.

Hamasê di daxuyaniyeke çapemeniyê de 'minetdariya xwe' ji be vê helwesta Misrê nîşan da. Hamasê bang li welatên Ereb, Misilman û hemû cîhanê kir ku "Tevlî çalakiyên qanûnî yên li dijî Îsraîlê bibin, piştgiriyê bidin doza Fîlîstînê, gavên bi vî rengî biavêjin", "Têkiliya xwe ya bi Îsraîlê re bi temamî qut bike" û "Îsraîlê li qada navneteweyî îzole" bike.

Efrîkaya Başûr dawiya meha Kanûnê Îsraîl sûcdar kir ku li Xezeyê 'qirkirinê' dike û mijar radestî dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî kir. Piştî vê yekê jî cara sêyemîn e daxwaza tedbîrên zêde dike.